PYD'ê nerazîbûn nîşanî PDK'ê da ku şirîkatiya sûcên dewleta Tirk dike
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) nerazîbûn nîşanî PDK'ê da ku hevkariyê bi dewleta Tirk re dike û êrişî hêzên gerîla dike, her wiha hewl dide dest li Şengalê werde.
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) nerazîbûn nîşanî PDK'ê da ku hevkariyê bi dewleta Tirk re dike û êrişî hêzên gerîla dike, her wiha hewl dide dest li Şengalê werde.
Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), îro daxuyaniyek da û tê de sûcê ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî gerîla pêk aniye, şermezar kir ku di encamê de 5 gerîla hatibûn şehîdxistin.
Meclisê di daxuyaniya xwe de piştrast kir ku gerîlayên şehîd bûne, rûmeta gelê kurd ji DAIŞ`ê û dewleta Tirk parast û wiha dewam kir: “Hedefgirtina gerîla ji aliyê partiyekê ku Kurdewariyê îdia dike ve, sûcekî derheqê gelê me de ye û komployeke nû e ku bi awayî nayê qebûlkirin. Gerîla ew mertalê ku gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê diparêze ye. Ji bo parastina gelê xwe ji qirkirinê canê xwe feda dikin.”
Meclisê daxuyand ku ji vê bûyerê diyar dibe ku “PDK`ê bi dewleta Tirk a dagirker re hevkar e û sûcên dewleta Tirk ên li dijî hebûn û nasnameya me rewa dike.”
PYD`ê di dewama daxuyaniya xwe de ev yek piştrast kir: “PYD`ê dê li dijî hemû komployên li ser gelê me bisekine. Em hevbendiya PDK-Tirkiyê red dikin. Em li dijî hemû hewldanên lawazkirina refa Kurdî ne.”
PYD`ê bang li aliyên kurdî kir ku li dijî mîna van êrişên li dijî gerîlayan bibin yek û diyar kir ku sekna li hemberî vê komployê, erkeke nîştimanî û kurdistanî ye.
Meclisê îşaret bi hewldanêna PDK`ê kir ku dixwaze beyî ku rêzê ji Rêveberiya Xweser a Şengalê re bigire, derbasî Şengalê bibe û got: “Ev hewldan beşekî komploya li dijî gelê me ye. Li dijî Şengalê 74 ferman pêk hatin. Pişî sedsalan ev cara yekemîn e ku dikare xwe bi xwe birêve bibe.”
Meclisê piştrast kir ku neqebûlkirina vîna şêniyên Şengalê, rêveberî û hêzên wan ên ewlehiyê tê wateya avakirina zemîna qirkirineke nû û wiha pê de çû: “Em piştgiriya şêniyên Şengalê dikin, ji mafê wan e ku rêveberiya xwe ya xweser û hêzên xwe yên ewlehiyê biparêzin.”
PYD`ê bang li hêzên kurdistanî kir ku piştgiriyê bidin Şengaliyan, ji ber ku parastina destkeftiyên wan erkeke nîştimanî ye û berpirsyariyeke dîrokî ye ku divê hêzên siyasî yên li her çar parçeyên Kurdistanê pêk bînin. Meclisê daxuyand ku êrişên li dijî Şengalê êrişên li dijî hebûna Kurdan e.
Meclisê berxwedana Şengaliyan silav kir û piştgiriya xwe ya bi wan re piştrast kir heta ku mafên xwe bi dest bixin û rêveberiya xwe biparêzin.
Di dawiya daxuyaniyê de meclisê bang li gel kir ku li dijî komploya nû ya dewleta Tirk a bi hevkariya PDK`ê li dijî hebûna gelê Kurd, bisekinin û wê têk bibin.