Ciwanên Helebê Komploya 9’ê Cotmehê protesto kirin

Bi sedan ciwanên li Helebê li hev kom bûn bi meşeke meşaleyî pêngava yekem a komploya netewî ya 9’ê Cotmeha 1998’an li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin, bi meşekê protesto kirin.

Bi sedan ciwan, endamên saziyên sivîl û partyiên siyasî ji pêşiya hola civînan a beşê rojava yê taxa Şêxmeqûsdê dest bi meşê kirin.

Di meşê de meşele, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şorşger û Yekîtiya Jinên Ciwan û saziyên sivîl hatin hildan.

Meş li qada Cibayat a beşê rojavayê taxê rawestiya û veguherî mêtîngê.

Piştî deqeya rêzgirtin, endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Nadiya Yûsif daxuyanî xwend.

Yûsif şehîdên şoreşê bibîr anî û diyar kir ku wê heta serketinê li ser rêya wan bimeşin. Yûsif got: “Hebûna Rêber Ocalan li Sûriyê ji bo çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn, di serî de doza Kurdî bû. Lê dewletên komploger di serî de Tirkiye, Rûsya, Yewnanistan û Îsraîlê Rêbertî ji Sûriyê derxistin û di 15'ê Sibatê de ew girtin û xistin girtîgeha Îmraliyê.”

Yûsif anî ziman ku rola PDK'ê di vê komploya 9'ê Cotmehê de hebû ku heya roja îro jî berdewam e.

Yûsif destnîşan kir ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdeke giran heye û got: “Armanc ji vê tecrîdê ew e ku nehêlin ramanê wî di nava gelên azadîxwaz de belav bibe. Her wiha ji bo ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê têk bibin. Lê ji ber ku bi hezaran xwedî li fikir û felsfeya Rêbertî derketin, komplo negihişt armancên xwe.

Em Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê soz didin ku em têkoşîna xwe xurt bikin, 24 saetan di nava xebatê de bin heta ku azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were.

Çalakî bi dirûşma "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.