Malbatên Şehîdan êrîşa li ser gerîla û xiyanet protesto kirin

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê, êrîşên li ser gerîla û hevkariya PDK’ê protesto kirin.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê, êrîşên PDK’ê ya li ser gerîla, şehîdkirina 5 gerîlayan, hewldana ketina Şengalê şermear kirin, diyar kirin ku ev li dijî Kurdan xiyaneteke mezin e.

Girseya ku li çalakiya kon a li pêşiya deriyê sînor ê Sîmalkayê hatibû danîn kom bûn, pankartên "Bijî berxwedana gerîla", "Ajantî û xiyanet frotina axa welêt e" û "Ji xiyanet û ajantiyê re êdî bes e" û wêneyên gerîlayên şehîd hilda bûn.

Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Mahsûm Hesen daxuyanî xwend.

Hesen bal kişand ser destkeftiyên Tevgera Azadiya Kurd û got: “Di demekê de ku Kurd û tevgera azadiyê li ser asta cîhanê û qada dîplomasî de hewl didin serkeftina leşkerî û fedekariyên şehîdan bikin destkeftiyên siyasî, da ku mafên kurdan di hemû qadan de werin naskirin, hêzên ajan û xayîn ji bo razîkirina Erdogan û partiya wî ya faşîst dixwazin vê serketinê têk bibin."

Hesen anî ziman ku PDK'ê li ser xiyanetê bi israr e û di 3 mehan de parêzvanên Kurdistanê rastî kemîn û tengaviyan ji aliya PDK`ê ve tê û wiha domandin: "PDK'ê xizmetê ji dijmin dike. Ev yek li dijî berjewendiyên gelê Kurd e. Tevî bangewazî û hişyariyan lê PDK`ê di hevkariya xwe de ya bi dewleta Tirk re, hedefgirtina ciwanên Kurd û têkbirina destkeftiyên Şengaliyan bi israr e. Ji ber wê hat gotin şehîdxisitna her 5 gerîlayan li herêma Xelîfanê û gefên li dijî Şengalê tên xwarin, xiyanete herî mezin a li dijî Kurdan û projeya wan a demokratîk e.

Hesen, Malbata Barzanî û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re li dijî têkoşîna rewa ya gelê Kurd, hatin şermezarkirin. Her wiha bang li hêzên kurdistanî kirin ku bi lez bixebitin da ku rê li pêşiya êrîşên Erdogan û xiyaneta malbata Barzanî bigirin. Bang li azadîxwazên li Tikriyê kirin ku li hemberî Erdogan bibin bend da ku Tirkiyeyeke din ku hemû gelan û çanda wan qebûl dike, ava bikin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê ji bo radestkirina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna PDK`ê de şehîd bûne li pêş deriyê sînor ê Sêmalkayê çalakiya konvedanê lidar xist. Li gorî Saziya Malbatên Şehîdan çalakî wê heta 7 rojan berdewam bike.