Dewleta Tirk li wesayita hêzên Şamê xist: 4 kes birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker li ser rêya bejahî ya M4 bombe li hêzên hikumeta Şamê barand.
Dewleta Tirk a dagirker li ser rêya bejahî ya M4 bombe li hêzên hikumeta Şamê barand.
Li gorî agahiyan, dewleta Tirk a dagirker li gorî dema herêmê saet di 10:30'î de bi çekên giran êriş bir ser Rêya Bejahî ya M4 a li rojavayê Eyn Îsayê.
Êriş li dijî wesayiteke hêzên Şamê hate kirin û hate ragihandin ku 4 leşker birîndar bûne.
Leşkerên birîndar rakirin nexweşxaneyên li Eyn Îsa û Reqayê. Hate ragihandin ku rewşa du ji birîndaran giran e.