Êzîdiyên Efrînê li dijî destwedana PDK'ê ya li ser Şengalê meşiyan
Êzîdiyên Efrînê ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk li herêma Şehbayê ne, li dijî hewldanên destwerdanê yên PDK'ê yên li ser Şengalê meşiyan.
Êzîdiyên Efrînê ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk li herêma Şehbayê ne, li dijî hewldanên destwerdanê yên PDK'ê yên li ser Şengalê meşiyan.
Li dijî hewldanên destwerdanê yên PDK'ê yên li ser Şengalê, Êzidiyên Efrînê daketin qadan. Girseya gel li navçeya Til Rifatê ya Şehbayê li hev civiya û ber bi çerxerêya Şehîdên Til Rifatê meşiya.
Di meşê de bi dirûşman gef û destwerdana PDK'ê ya li ser Şengalê hate şermezarkirin.
Çalakger piştî ku gihîştin çerxerêya Şehîdên Til Rifatê, ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz girt.
Piştre jî bi navê girseya gel ji Yekîtiya Êzidiyên Efrînê Silêman Cafer û ji Reveberiya Meclîsa Navçeya Til Rifatê Mihemed Henan axivîn.
Qisekeran destpêkê şehîdên şoreşê û Kurdistanê bi bîr anîn û êrişên PDK'ê şermezar kirin. Hate ragihandin ku ev hewldanên PDK'ê ji bo qirkirina Kurdan a li Şengalê ye.
Çalakî bi qîrîna dirûşma "Na ji xiyanetê re" bi dawî bû.