Hesen Koçer: PDK bi çi rûyî diçe Şengalê?

Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer hewldana hêzên çekdar ên PDK'ê yên ji bo ketina nava Şengalê weke provokasyona dewleta Tirk a bi destê PDK'ê pênase kir.

Piştî peymana navbera hikumeta Iraqê û PDK'ê ya 9'ê Cotmeha 2020'î, zext û êrişên li ser Şengalê zêde bûn. Ev peymana ku tasfiyekirina rêveberî û hêzên xweparastinê yên xelkê Şengalê ferz dike û dagirkirina Şengalê dike armanca xwe, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ji nû ve kete dewrê. PDK a ku di Qirkirina Êzidiyan a 2014'an de xelkê Êzidî li naverastê hişt, ber bi qadê ve hate dehfdan.

PDK'ê bi hinceta hilbijartinê amadekarî kir ku hêzên xwe yên leşkerî bixe nava Şengalê. Hêzên Iraqê jî li gelek herêmên Şengalê hatin bicihkirin. Xelkê Şengaliyê jî ragihand ku wê rê nedin ku PDK bikeve nava Şengalê û doh rêyên Şengalê hemû li çûn û hatinê girt, li ser rê û bendên kontrolê yên asayîşê bend danî. Di encama vê berxwedana xelkê de PDK'ê hêzên xwe vekişand, lê rewşa aloz a li herêmê dewam dike.

Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer nerazîbûn nîşanî vê hewldana PDK'ê ya li ser Şengalê da û got, "Li Başûrê Kurdistanê PDK, li Rojava jî ENKS planên ji bo qirkirina Kurdan dixin meriyetê. PDK a ku sala 2014'an Şengal li naverastê hişt û reviya, gelo wê bi kîjan rûyî li Şengalê vegere? Xelkê Şengalê çawa dikare PDK'ê qebûl bike? Li dijî van êrişan em heta dawiyê bi xelk û rêveberiya xweser a Şengalê re ne."

Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweser Hesen Koçer têkildarî êrişên li ser Başûrê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha hewldana PDK'ê ya ji bo ketina nava Şengalê ji ANF'ê re axivî.

Hesen Koçer anî ziman ku êrişên ji Herêmên Parastinê yên Medyayê heta Şengalê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê parçeyek ji konsepta qirkirina Kurdan e û wiha axivî, "Demên dawî dewleta Tirk û hêzên PDK'ê êrişên giran dibin ser herêmên Kurdan. Ji êrişên li ser gerîla nekarîn encamê bi dest bixin. Gerîla li hemberî van êrişan berxwedaneke bêhempa nîşan dan û êriş şikandin. Li Rojava êriş birin ser hin nuqteyan û wesayitan. Li Şengalê jî êriş birin ser nexweşxaneyekê û Pêşengên xelkê Êzidî. Ev hemû di çarçoveya konsepta tunekirina Kurdan de pêk tên."

Koçer got, "9'ê Cotmehê nêzî dibe. Ji ber vê yekê jî ketin nava liv û tevgerê. 9'ê Cotmehê dîrokeke ji gelek bûyerên nebaş e ji bo gelê Kurd. 9'ê Cotmeha 1998'an li hemberî Rêberê Gelê Kurd komplo hate kirin. Sala 2019'an heman rojê li ser Serêkaniyê û Girê Spî êrişên dagirkeriyê hatin destpêkirin. Dewleta Tirk ji bo qirkirina Kurdan siyasetê dimeşîne. Xayinên li nava Kurdan jî vê dibînin û dipejirînin. Gelê Kurd, tevgerên QSD-YPG-YPJ'ê weke terorîst pênase dikin."

GEL WÊ ÇAWA KARIBE PDK'Ê QEBÛL BIKE?

Hesen destnîşan kir ku tiliya PDK'ê di van êrişan hemûyan de hene û bi dewamî got, "Êriş li nirxên gelê Kurd têne kirin. Bila PDK ji bîr neke ku 3'ê Tebaxa 2014'an ji Şengalê reviya. Gelo wê bi kîjan rûyî li Şengalê vegere? Xelkê Şengalê wê çawa karibe PDK'ê qebûl bike? Tu reviya, te ev gel li naverastê hişt. Bi hezaran jinên Êzidî ketin destê çeteyên DAÎŞ'ê. Tiştê ku nehat serê wan nema. Bi hezaran mirov hatin kuştin. Xelkê Şengalê rêveberiya xwe ya xweser ava kiriye, tu çima dev jê naqere? Tu çima dibêjî ku 'ez ê biçim Şengalê?' Ev provokasyon e. Dixwazin destketiyên gelê Kurd tune bikin. Ji ber ku rewşa cîhanê diguhere. Êdî her kes neçar e ku Kurdan esas bigirin."

Hesen Koçer diyar kir ku PDK komployên dewleta Tirk bi cih tîne û got, "Ya ku tê kirin, bicihanîna komplo û provokasyonên dewleta Tirk ên bi destê PDK'ê ye. PDK li şûna ku hêzê bişîne Şengalê, divê rexnedayina xwe bide gelê Kurd ku bi dewleta Tirk re tevdigere. Divê xelkê me yê Êzidî van ji bîr neke. Divê pratîka 3'ê Tebaxa 2014'an ji bîr neke. Divê neyê ji bîrkirin ku hêzên PDK'ê beriya gel çawa ji Şengalê reviyn. PDK mîna ku nereviya xwe leheng nîşan dide û dixwaze vegere Şengalê. Gelo pêkane ku xelkê Şengalê vê qebûl bike? Xelkê Şengalê vê qebûl nake."

LI BAŞÛR PDK, LI ROJAVA JÎ ENKS

Hesen Koçer ragihand ku ENKS di çarçoveya fermanên dewleta Tirk de ji bo tevgerên Rojavayî QSD û PYD li lîsteya 'rêxistinên terorîst' bê bicihkirin hevdîtinan dike û got, "Li Başûrê Kurdistanê PDK vî karî dike, li Rojava jî ENKS. ENKS a ku bi fermanên dewleta Tirk û PDK'ê tevdigere, di serdanên li Emerîka û Ewropayê de Kurdan weke terorîst nîşan didin. Dibêjin 'QSD, PYD'ê bixin lîsteya terorîst'. Ev hemû pêkanînên siyasî yên taybet in ku ji bo tunekirina destketiyên Kurdan têne kirin."

Hesen destnîşan kir ku ji bilî xiyanetê, gotineke cuda li rêxistineke bi vî rengî nayê ku dijminatiyê dike û got, "Bila PDK bi vê baş zanibe; gelê Kurd êdî hişyar bûye. Destana malbata PDK'ê hilweşiya ye. Bila êdî qala Kurdîtiyê nekin. Bila qada netewetiya Kurd nekin. 10 gerîlayên Kurd şehîd xistin. Nûnerên Rêveberiya Xweser dîl girtin. Zêdeyî 100 rojî dîl girtin. Yên ku ev kirin ji aliyekî ve qala Kurdîtiyê dikin, li aliyê din jî dibêje ku Kurd terorîst in. Ev xayinên Kurdan e. Ji bilî xiyanetê gotineke din li van nayê."

Hesen Koçer bang li gelê Kurd bi taybetî jî xelkê Başûrê Kurdistanê kir: "Êrişên li ser Şengalê, gerîla, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû plana dewleta Tirk e. Dixwazin Kurdan qir bikin. Yê k piştgiriya vê dike PDK ye. Divê gelê Kurd bi van baş zanibe û rê nede van. Divê xelkê me yê Başûrê Kurdistanê li ber van xayinan rabe. Niha eger êrişek li ser Başûrê Kurdistanê bibe wê PDK nikaribe li ber xwe bide. Wê pereyan bi xwe re bibin û birevin. Wê gel di nava komkujiyê de bihêlin. Rastî ev e. Dema ku DAÎŞ'ê êriş kir li ber xwe nedan, reviyan. Dîrokê ev yek nîşan da.

EM BI RÊVEBERIYA XWESER A ŞENGALÊ RE NE

Bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em bi xelkê xwe yê Şengalê, bi rêveberiya xweser a Şengalê re ne. Em piştgiriyê didin parastina rewa ya Şengalê. Divê çarenûsa xelkê Êzidî di nava lepên PDK'ê de nehê hiştin. Divê çarenûsa xwe ji ti hêzê re nehêlin. Pêwîste xwe bi rê ve bibin û hêza xwe ya parastinê xurt bikin. Em heta dawiyê bi xelkê xwe yê Êzidî re ne."