Hewldana PDK’ê ya li Şengalê li Şehba hate protestokirin
Efrîniyên ku hewldana PDK’ê ya ketina Şengalê protesto kirin, diyar kirin ku li gel gelê Şengalê ne.
Efrîniyên ku hewldana PDK’ê ya ketina Şengalê protesto kirin, diyar kirin ku li gel gelê Şengalê ne.
Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê li bajarokê Til Rifet a kantona Şehbayê, bi xwepêşandanekê nerazîbûna nîşanî hewldanên hêzên PDK'ê yên ketina Şengalê dan.
Xwepêşandan ji navenda navçeya Til Rifetê destpê kir û li kolanên bajarokê geriya. Xwepêşandêran alên Yekîtiya Êzîdiyan hildan û dirûşmeyên şermezarkirina sûcên PDK'ê berz kirin.
Xwepêşandan li çarxereya şehîdên komkujiya Til Rifetê ya navenda navçeyê vegerî mêtîngê. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, piştre li ser navê Yekîtiya Êzdiyên Efrînê Silêman Cefer axivî û bang li PDK'ê kir ku dev ji destwerdana karûbarên Şengalê berde û got: "Ka em bi hev re bînin bîra xwe ku kê Şengal ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kir. Ma ne gerîla ji bo parastina Şengalê qurbanî da? Em bînin bîra xwe ku hêzên PDK'ê çawa ji li hember çeteyên DAÎŞ reviyan. Ji ber vê yekê divê PDK'ê dev ji hewldana ketina Şengalê berde. "
Cefer piştrast kir ku tenê keç û xortên Şengalê dikarin Şengalê biparêzin û bi rêve bibin û wiha domand: “Welatiyên Şengalê kesên ku destwerdana şengalê bikin û desthilatdariya xwe li ser wê vegerînin qebûl nakin, ji ber vê yekê dê Şengal ji bo şêniyên Şengalê be.”
Hevserokê Meclîsa bajarokê Til Rifet, Mihemed Henan bal kişand ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Her tiştê ku li dijî gelê Kurd diqewime bi hev ve girêdayî ye. Armanca komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, heman armancên dijmin ên hewldana kontrolkirina Şengalê ye. Ji ber ku hemû welatên dijber dixwazin axa Kurdistanê dagir bikin û gelê Kurd tune bikin."
Henan di dawiya axaftina xwe de bang li gel kir ku li dijî hêzên dijmin serî hildin û got: "Divê gelê me li dijî siyasetên dijmin ên ku hebûna me hedef digirin, serî hildin. Her wiha ji bo ku em rê li hember hewldanên dijmin bigirin divê em bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin."
Xwepêşandan bi diruşmeyên silavkirina berxwedana gelê Şengalê bi dawî bû.