Malbatên Şehîdan a Efrînê: Li dijî xiyaneta PDK’ê derkevin
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrînê xiyaneta PDK’ê ya li ser gelê Kurd şermezar kir û bang li her kesê kir ku li dijî xiyanetê derkevin.
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrînê xiyaneta PDK’ê ya li ser gelê Kurd şermezar kir û bang li her kesê kir ku li dijî xiyanetê derkevin.
Endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê li ber navenda xwe ya li bajarokê Til Qerah ê navçeya Ehdasê kom bûn.
Li vir piştî deqeyek rêzgirtinê Endama Rêveber a Meclîsê Xedîce Îbo daxuyanî da
Îdo bal kişand ser hevkariya PDK’ê û got: “Dewlat Tirk a faşîst ji ber derbeyên ji destê gel dixwin, bi bikaranîna PDK’ê êrîşî gerîla dike” Îdo anî ziman ku ji ber hevkariya PDK’ê 5 gerîla şehîd bûn.
Îdo pirsa aqûbata gerîlayên ji aliyê hikûmeta Başûrê Kurdistanê ve hatine dîl girtin pirsî û got: “Divê cenazeyê gerîlayan radestî malbatan bikin. Ji bo serketin bibe ya gelê me, divê destekê bidin pêngavên şoreşgerî.”
Piştî daxuyaniyên çalakî bi qîrkirina dirûşmên şermezarkirina PDK’ê bi dawî bû.