‘Em xwe ji bo azadkirina herêmên dagirkirî amade dikin’

Ji fermandarên QSD’ê Hisên Koçer, di civîna bi rûspiyan re hat kirin de, da zanîn ku ew xwe ji bo azadkirina herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne amade dikin.

Serokeşîrên Herêma Firatê ji bo gotûbêjkirina dagirkeriya dewleta Tirk û gefên dagirkeriyê, li Navenda Çand û Hunerê ya Sirînê li hev civiyan.

Ji fermandarên QSD’ê Hisên Koçer di axavtina destpêkê ya civînê de destnîşan kir ku di pêvajoya şer de gel divê bibe yek û xwe li ser esasê parastinê bi rêxistin bike.

Koçer got: “Em xwe bi xwe bi rê ve dibin. Em serî li ber desthilatdariyên ku dixwazin herêmê dagir bikin natewînin û li hemberî her cure êrîşê bêdeng nemînin.’’

Koçer îşaret bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî kir û wiha axivî: “Çima li ser Rêber Abdullah Ocalan tecrîdê ferz dikin û mafên wî yên rewa asteng dikin? Rêber Apo bi fikirên xwe gelê herêmê bi pêş de bir û pergalên serdest ji vê ditirsin. Dema rabûna li hember pergala faşîst hatiye.’’

Koçer behsa hewildana dorpêçkirina herêmê ya ji gelek aliyan ve jî kir û wiha pêde çû: “Hikûmeta Şamê jî li dijî vîna gelê herêmê derket, li ser desthilatdariyê israr kir û bû sedema xerabûna Sûriyeyê. Di vê çarçoveyê de divê her kes xwe ji bo parastina çanda herêmê amade bike.’’

Hisên Koçer axavtina xwe wiha bi dawî kir: “Niha em xwe ji bo azadkirina herêmên xwe yên Erdogan dagir kirine re amade dikin.’’