Di 10 rojan de 445 bombe li gundên Minbicê ket

Navenda Ragihandin û Çapemenî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de di 10 rojên dawî de herî kêm 445 bombe li gundên Minbicê ketine.

Navenda Ragihandin û Çapemenî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bilançoya 10 rojan a êrîşên li dijî bêjahiya bakurê rojavayê Minbicê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin ragihandin:

“Dewleta Tirk a dagirker hewl dide pirsgirekên xwe yên ji derve weke serkeftineke xeyalî pêşkêşî raya Tirk bike. Di heman demê de li hemû eniyên Minbicê operesyonên dijminane didomînin.

Dewleta Tirk a dagirker di 10 rojên dawî de li eniyên bakur û rojhilatê Minbicê ev sûc kiriye; Bajarokên Hoşeriyê, Cat Hoşeriyê, Cat, Toxar, Ewn Dadat, Mihsenlî, Ereb Hesen, Um Edese, Seyade, Yalinlî, Qertwêran, Kor Hiyûk, Ceble Hemra, Boxaz, Kewiklî û Erîme bê hedef her roj hatin bombebarankirin.

Di heman demê de ji baregehên xwe yên li hemberî eniyan; Gundên Qîrate, Toxar, Helûncî, Yaşlî, Şêx Nasir, Zerzor û Şiweyhe kir hedef.

Dewleta Tirk van baregehan ji bo gelê herêmê bitirsîne bi kar tîne û di 6’ê Hezîrana 2022’an de bi balafirên bi çek a bê mirov gundê Ereb Hesen bombebaran kir.

Her wiha çeteyan hewl dan di 2’ê Hezîranê de 3 caran di sê milan bikevin gundê Mihselî, lê bi berxwedana Meclîsa Leşkerî a Minbice ev hewldan hate şikandin.

Di 3’ê Hezîranê de hêzên me li eniya bakur de çeteyekî ‘Mertalên Firatê’ ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker kuştin. Her wiha çeteyekî dema ku hewl da li derdora gundê Minselî mayinê bi cîh bike birîndar bû.

Di encama êrîşên 10 rojan de 445 bombe li gundan ketine û ziyanên madî çêbûne.”