Dewleta Tirk careke din Minbîc bomberdûman kir
Dewleta Tirk a dagirker li rojavayê Minbîcê gundek bomberdûman kir.
Dewleta Tirk a dagirker li rojavayê Minbîcê gundek bomberdûman kir.
Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê dewleta Tirk a dagirker di 5’ê Hezîranê de gundê Kawiklî yê li rojavayê Minbîcê bomberdûman kir.
Hate diyarkirin êrîş bi fuze û hawanan hatiye kirin.
Dewleta Tirk a dagirker gundên El Hemra û El Bûxazê jî bomberdûman kiribû.