Dewleta Tirk bombe li gundên Minbicê barand

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker bombe li gelek gundên herêmê barandiye û bûye sedema xisara madî.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, dewleta Tirk a dagirker gundê Cat ê bakur rojhilatê bajarê Minbicê, gundên Qert, Wêran û gundên Kawiklî, Korhiyûk, Cebel El-Hemra, Boxaz, Mezarê El-Fewaris ên rojavayê Minbicê topbaran kirine.

Li gorî navendê, di encama topbaranê de maleke sivîlan li gundê Hemra zirar dît.

Navendê ragihand ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji baregehên xwe yên li gundê Qîratê, Aşlî, Kirêdiyê, El-Zerzor û Şêx Nasir ên rojavayî Minbicê seat 10:11'ê êvarê duşemê topbaran kiriye, topbaranê heta seat 7:00'ê sibeha sêşemê dewam kiriye. Her wiha diyar kir ku 49 top û hawan li herêmê ketine.

Navendê piştrast kir ku ev gund bi sivîlan dagirtî ne û di encama topbaranê de tirs nava şêniyan de belav bûye.