YRA: Divê rojnamegerên li Amedê hatine destgîrkirin werin berdan

Yekîtiya Ragihandina Azad destgîrkirina rojnamegerên li Amedê şermezar kir û diyar kir divê demildest ev rojnameger werin berdan û êrîşên li ser rojnamegerî û medyayê were sekinandin.

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) têkildarî destgîrkirina rojnamegeran li bajarê Amedê yê daxuyaniyek da.

YRA’yê di daxuyaniya xwe de got, “Îro li Tirkiyeyê careke din mafê rojnamegeran hate binpêkirin û gelek rojnameger hatine destgîrkirin

Em Yekîtiya Ragîhandina Azad (YRA) ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê van kirinên dewleta Tirk ên li dijî qanûnên navdewletî şermezar dikirin û diyar dikin em piştgiriyê didin rojnamegerên hatine destgîrkirin.”

YRA’yê xwest ku hemû rojnameger di zûtirîn demê de werin berdan û divê Tirkiye dev ji zext û êrişên li ser saziyên rojnamegerî û medyayê berde.

Li Amedê polîsên Tirk serê vê sibehê bi ser malên gelek rojnamegeran de girtibû. Di serdegirtina malan de polîsan hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnameger Omer Çelîk, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Berîvan Karatoprak, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Esmer Tûnç, Mehmet Şahîn, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Remziye Temel û Mehmet Yalçin destgîr kiribû.