MÎT'ê ji bo 'kaosê' wezîfedar kir

Hucreya razayî ya MÎT-DAÎŞ'ê ya li Rojava hate têkbirin, li xwe mikur hat ku bi çalakiyên bombeyî yên bi cebilxaneyên ji herêmên dagirkirî anîn, ji bo afirandina kaosê hatin wezîfedarkirin.

ANF'ê xwe gihand mikurhatinên hucreya hevpar a MÎT-DAÎŞ'ê ku di demên cuda de ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hate bêbandorkirin.

Abdulhalîm Mûhammed El Şayîb ji Reqayê ye. Yek ji berpirsyarên gelek êrişên bombeyî yên li bajêr e.

Mahmûd Hisên El Salih ji Serêkaniyê ye. Ji herêmên dagirkirî cebilxane peyda dikir.

Mûhenned Mûhammed Xelef ji Reqayê ye. Yek ji berpirsyarên êrişa bombeyê ya li ser stasyona elektrîk û avê ye.

Ammar Xelef ji Reqayê ye. Dibêje ku bi rêveberekî MÎT'ê yê bi navê Abdûrrahîm Mahmûd Xidir re dixebitî ku li Elmanyayê ye. Dîmenên şervan û saziyên li herêmê dikişîne û dişîne.

Mûstafa Mûhammed El Mûhammed ji Girê Spî ye. Endamê MÎT'ê ye ku ji bo êrişên li ser strasyonên av û elektrîkê ji herêmên dagirkirî cebilxane peyda dikir. Dibêje ku bi rêya Ebû Esad ê li herêmên dagirkirî bi MÎT'ê re dixebitî ku bi navê Ebû Xetap El Verdawî tê naskirin. Biraziyê Ebû Esad Beşar Mûhammed El Salîm tevî endamê MÎT'ê ji berpirsyarên êrişa bombeyê ya li ser stasyona av û elektrîkê ya li Reqayê ne.

ÊRIŞA BOMBEYÎ YA LI SER QENALA AVDANÊ Û STASYONA ELEKTRÎKÊ

Mûstafa Mûhammed têkildarî  êrişa bombeyî ya li ser stasyona elektrîkê li vê yekê mikur hat: "Beşar dema hate cem min û ji min pirsî ku em ê çi bikin, min got ku em ê stasyona elektrîkê biteqînin. Di berdêla wê de jî 15 hezar dolarî werbigire. Şevekê saet di 11 de em çûn stasyona elektrîkê. Min li derve çavdêrî dikir, Beşar jî teqemeniya ji dûr ve bê teqandin li stasyonê bi cih kir. Me serê sibehê mayin teqand û dîmenê wê kişand. Derdora saet 01:00 bû. Dema gihîşt malê min înternet vekir, Ebû Esad li min digeriya. Li ser min hêrs bû û got, çima dîmen zelal nîne, ji ber vê yekê wê pere nede."

Mûstafa Mûhammed diyar kir ku çalakiya duyemîn jî li hemberî qenala avdanê ya li Reqayê kir û got, "Piştî du rojan ji min re gotin ku wê bi kesekî bidin naskirin û êdî bi hev re bixebitin. Hesen û Abdulhalîm hatin. Bi wan re mayin hebû. Em her sê nîvê şevê çûn qenala avdanê û me teqemenî lê bi cih kir. Hesen Ebû Mus mayin teqand, Abdulhalîm jî dîmenê wê kişand. Ji bo vê çalakiyê MÎT'ê 500 dolar da min."

ÇALAKIYÊN LI PEY HEV

Mûstafa Mûhammed mikur hat ku li gorî fermanên ji herêmên dagirkirî hat, wan li Reqayê li hemberî Stasyona Avdanê ya Çandiniyê ya Refaa li pey hev êrişên bombeyî kirin û got, "Di çalakiya xwe ya sêyemîn de hedef Stasyona Avdanê ya Çandiniyê ya Refaa bû. Vê carê ez û Beşar em çûn çalakiyê. Piştî ku me mayina ji mala Beşar anî bi cih kir, teqand. Ji bo vê çalakiyê MÎT'ê 200 dolar da me. Ebû Xetap piştî çend rojan jinûve têkilî bi min re danî û ferman da ku li hemberî xeta lûleyê ya li derveyî heman stasyonê ye çalakiyê bike. Saet derdora 05:30 bû. Me mayin bi cih kir û teqand."

ÇALAKÎ JI ALIYÊ TIRKIYEYÊ VE DIHATIN FÎNANSEKIRIN

Mûstafa Mûhammed anî ziman ku wan hewl da êrişî rêveberê komîteya perwerde û rûspiyan bikin û got, "Ebû Xetap 4 mayin ji me re şandibû. Me mayin li nava zeviyekî bi cih kiribû. Beşar nîvê şevê hat û 4 hebên narkotîk, 10 gram macûn da min. Piştre min agahî ji Beşar negirt. Vê carê Ebû Xetap û kesekî bi navê Mihemed têkilî bi min re danî. Kesekî bi navê Ehmed Seîd ku berê ji bo OSO dixebitî bi min dan naskirin. Vê carê jî xwestin ku em wesayitekê bişewitînin. Me yê wesayita rêveberê komîteya perwerdeyê bişewitanda. Di vê navberê de ji Tirkiyeyê 300 dolar ji min re şandibûn. Piştre jî ji min re gotin ku wesayita rûspiyê eşîra Hawawat bişewitînim. Ehmed Seîd benzîn û hebên narkotîkê bi xwe re anî bû. Bi wan heban ji ser hişê xwe diçû."

Sibe: Sewqiyata ji Serêkaniyê-Girê Spî