Li Reqayê operasyona li dijî hucreyên DAÎŞ'ê

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku li Reqayê di operasyona dijî çeteyên DAÎŞ'ê de çeteyek hatiye girtin.

QSD'ê ragihandin ku Yekîneyên Antî Terorê yên (YAT) li Reqayê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê operasyon kirine.

Hate ragihandin ku kesê hatiye girtin "Tevlî karên leşkerî, îstîxbaratî û rêxistinî yên terorî bûye."

QSD'ê diyar kir ku li gorî agahiyên îstîxbaratî, piştî şopandinê YAT'ê li Reqayê avêt ser mala çeteyê xwe lê vedişart.

QSD'ê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyonên li dijî hucreyên DAÎŞ'ê wê dewam bikin.