Cenazeyê Şehîd Ferhan Mihemed hate veşartin

Cenazeyê Şehîd Ferhan Mihemed li Goristana Şehîd Dijwar bi meresimekî girseyî hate veşartin.

Cenazeyê endamê Hêzên Erka Xweparastinê Ferhan Mihemed li Goristana Şehîd Dijwar bi meresimekî girseyî hate veşartin. Li ser goristanê endamê rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê Mihemed Dawî axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: “Em bejna xwe li hember şehîd ditewînin û soz didin heta serkeftinê em ê li ser şopa wî bin.”

Piştre ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Ebdulsetar Hesekê axivî û fedakariyên şehîdan silav kir û got: “Wan bi xwîna xwe rêya azadiyê ji me re nexşand.” Ebdulsetar, careke din soza şopandina rêya şehîdan da û got ku ew ê têkoşîna wan bidomînin.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameya şehîd xwend û radestî malbata şehîd Ferhan kir, piştre hevalên şehîd Ferhan cenazeyê wî hildan û ew li Goristana Şehîd Dijwar, bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” spartin axê.