PDK'ê nehişt enternasyonalîst biçin Rojava

Bi dehan enternasyonalîst ji bo li ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabin û piştgiriyê bidin Rojava, xwestin biçin Rojava. Lê belê li ser sînor ji aliyê hêzên PDK’ê ve hate astengkirin û rê nayê dayîn ku derbas bibin.

Ji welatên cuda yên cîhanê 26 enternasyonalîst di bin sîwana Tûgayên Xebatê yên Navneteweyî de li hev civiyan û berê xwe dan Rojava.

Koma enternasyonalîstan li Deriyê Sînor ê Pêşxabûr ji aliyê hêzên PDK’ê ve hate astengkirin û rê nade derbas bibin. 

Li bendê ye ku li ser navê komû û rêgiriyê daxuyaniyek ji aliyê komê ve bê dayîn.