Cenazeyên Mizgîn Botan û Kîsra Melek bi merasîmeke girseyî hatin veşartin

Şervana YPJ'ê Mizgîn Botan û welatparêz Kîsra Melek ên li Qamişloyê di êrişa balafira bêmirov a biçek a dewleta Tirk de şehîd bûn, cenazeyên wan bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.

Endamên saziyên sivîl û leşkerî, endamên Kongreya Star jî di nav de bi sedan kes tevlî merasîma cenaze bûn.

Şervana YPJ'ê Rehîma Xezalê (Mizgîn Botan) û Kîsra Melek 30'ê Gulanê li Qamişloyê di êrişa balafira bêmirov a biçek a dewleta Tirk de şehîd bûn.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Şemsêxan Gulo sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê banga yekîtiyê kir.

Şemsêxan Gulo got, "Balafir û êrişên Erdogan wê nikaribe îradeya me bişikîne. Bi fikir, felsefe û xeta azadiyê ya Rêber Abdullah Ocalan em ê li ber xwe bidin. Heta serketinê em ê têkoşînê mezin bikin."

Ji fermandarên QSD'ê Mihemed Zêdan jî ragihand ku dewleta Tirk li hemberî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê sûc dike.

Mihemed Zêdan soza xwe dubare kir ku wê li ser şopa şehîdan bin û ji bo ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û aştiyê ew her tim amade ne.

Piştî axaftinan belgeyên şehadetê yên Botan û Melek hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.