Enternasyonalîst ji bo piştevaniyê diçin Rojava

Bi dehan enternasyonalîst ji bo li ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabin û piştgiriyê bidin Rojava, berê xwe dan herêmê.

Ji welatên cuda yên cîhanê 26 enternasyonalîst di bin sîwana Tûgayên Xebatê yên Navneteweyî de li hev civiyan û berê xwe dan Rojava.

Enternasyonalîst ê Elman Margot Schmîdt bi navê komê daxuyanî da û diyar kir ku şoreşa demokratîk û tevgera azadiya jinê fikrekî gelekî girîng e û ji bo piştgiriyê bidin vê şoreşê berê xwe dane Rojava.

Schmîdt destnîşan kir ku li dijî êrişên Tirkiyeyê ew dixwazin piştgiriya xwe ya ji bo Rojava nîşan bidin.

Schmîdt got, "Gelekî girîng e ku em enternasyonalîst piştgiriyê bidin pêvajoya demokratîk a li vê derê. (...) Em ê tiştên ku me li vê derê dîtine, tiştên li Rojava û Başûr dîtine, ji bo raya giştî ava bikin, ragihînin."

Schmîdt bi dewamî got, "Di heman demê de em dixwazin bibînin ku fikrên tevgera azadiyê, konferalîzma demokratîk û fikrê azadiya jinê çawa li welatê xwe bi cih bînin. Li gorî me ev fikir ne tenê li vir, li welatên Rojavayî jî ji bo gelek civakan dikare pirsgirêkan çareser bike."