Ling çûn, lê ew nesekinî

Kar û afirandin ji bo Hozan cihê kêfxweşiyê bû. Digot, "Her ku dixebitîm bêhn dihate ber min. Gava disekinîm, welê li min dihate ku mîna hilmê nastînim."

Hozan Peyanîs ku şervanekî azadiyê bû, beriya du salan herdu lingên wî ji ser çokê ve winda kir. Di nava refên azadiyê de rêwîtiya wî ne dirêj jî be gelek tişt li pişt xwe hişt.

Sala 2018'an meha Sibatê li dora êgirekî, gema ku agir gur dikir, me hev nas kir. Akademiya Şehîd Rizgar Wan nû qedandibû, rojnivîskên hevalên birîndar li akademiyê dikir pirtûk û broşur dinivîsand. Yekane taybetmendiya ku Hozan ji hevalan cuda dikir, nebûna herdu lingên wî bû. Ev yek tenê cudahiyeke fîzîkî bû. Bi zindîbûna xwe bal dikişand. Ji 2015'an heta sala ku şehîd bibe li ser kursiyekê bû. Tevî vê yekê jî çawa dibû ku ewqasî zindî bimîne? Hozan bi xwe li ser vê mijarê wiha gotibû, "Min lingên xwe di rêya têkoşînê de diyarî azadiyê kir. Ji vê xweştir tiştek nîne..."

Ji kêliya hevnaskirinê tenê ev gotin di bîra min de ma, lê belê ev gotin bi tenê têra naskirina Hozan dikir.

ALÎŞÊR QEHREMANÊ HOZAN BÛ

Hozan sala 2013'an ji Wanê berê xwe da çiyê. Sala 2014'an hat Rojava û li gelek eniyan tevî hevrêyên xwe li dijî DAÎŞ'ê têkoşîneke bêeman meşand. Sala 2015'an li gundê Menacir ê Serêkaniyê ji ber teqîna mayina DAÎŞ'ê herdu lingên wî ji ser çokê ve jê bûn. Hevrêyê wî Alîşêr ku ji milê xwe birîndar bû, Hozan li ser pişta xwe kir û bir cihekî dûrî şer.

Hozan wiha qala dema birîndariya xwe kiribû: "Ew kêlî zêde nayê bîra min. Min baş nizanî bû ez li ku bûm. Bi teqîna mayinê re ez ketim erdê. Bêguman ne tenê mayin teqiya, bombeyên di herdu bêrîkên min de jî teqiyan. Li gel wê teqîna mezin jî ez sax mam, ku her kes matmayî ma. Ya ku ez sax hişt, hatina hevalê Alîşêr ber bi min ve bû."

BI ŞEV Û ROJ BÊRAWESTAN XEBITÎ

Piştî ku herdu lingên wî jê bûn, demeke dirêj tedawî dît. Piştre jî li Komîteya Birîndaran hate wezîfedarkirin û bi rengekî çalak tevlî gelekî karî bû. Armancên Hozan hebûn ku ew bi jiyanê, bi hevrêyên xwe ve girê dida. Qala yekê ji wan kiribû. Şerkirin û hêviya vegera li çiyê...

Hozan, hêviya vegera li çiyê ti carî ji dest neda. Dibe ku ji ber vê yekê gelekî hez ji xwezayê dikir. Timî li bexçe kulîlk av dida, tov direşand. Ne tenê karê bexçe dikir, her wiha bi kevokan re jî mijûl dibû, ew difirand, êm dida wan. Hozan hez nedikir ku vala bimîne. Hîn karek neqediya bû dest bi karekî din jî dikir. Dema ku tiştekî nû dikir, tiştek diafirand û tevkarî dikir, pê gelekî kêfxweş dibû. Bi hebûna xwe ve dihesiya. Bi xwe digot, "Westandin ji bo min ne zêde girîng e, dema ku zêde dixebitim pê dihesim ku heme, bêhn tê ber min. Dema ku disekinim welê li min tê ku hilmê nastînim."

GERANDINA GOVENDÊ AZADÎ BÛ

Gelek hevalan ji Hozan pirsî bûn ku beriya lingên xwe winda bike ji govendê ewqasî hez dikir an na. Hozan welê dihate naskirin ku li ser kursiya xwe jî govend digerand. Bi gotina Hozan, gerandina govendê azadî bû. Ji bo Hozan gerandina govendê dikir ku bi gaveke din nêzî hevrêyên xwe bibe. Kêfxweşiya hevrêyan Hozan jî kêfxweş dikir.

TEVLÎ KARÊN ÇAPEMENIYÊ JÎ BÛ

Ji bo Hozan rûpelekî nû destpê dikir, wî jî zanî bû ku zehmet e; hem qutbûna ji hevrêyên xwe yên birîndar, hem jî tevlîbûna li karekî nû. Gelekî karên çapemeniyê dixwest, her tim xwe gihandibû armancên danîbûn pêşiya xwe. Kesayetiya xwe ya bi israr careke din ispat kiribû. Bi baweriya ku her wêneyê dikişîne wê bibe malê dîrokê, bi hezkirin ev kar dikir. Wate dida her gaveke xwe, bi wî rengî dijiya.

GEL JÊ HEZ KIR

Bi moral, coş, hezkirin, kelecan, kesayetiya xwe ya bêrawestand di nava gel de bû kesekî ku dihate hezkirin. Li Rojava kes nema bû ku Hozan nebihîstibû. Di dilê gel de cihê xwe girtibû. Dilsoziya Hozan a bi dayikan re gelekî xurt bû, diyaloga wî ji dil bû. Dayikên ku çav li Hozan diket, teqez diçûn gel wî û serê wî maçî dikirin. Di dilê dayik, bav, zarok û her kesî de cihê xwe girtibû. Ev yek çavkaniyeke xurt a Hozan bû.

Rêwîtiya ku li Bakurê Kurdistanê destpê kir li Rojavayê Kurdistanê neqediya. Dengê Hozan li çiyê bilind bû, gihîşt Başûr, Bakur û Rojava. Ji bo azadiya gelekî berdêl da, têkoşiya û 8'ê Hezîrana 2020'î tevlî karwanê şehîdan bû. Dilsoziya Hozan a bi çiyayên azad re, hêviya Hozan a vegera li çiyayên azad wê timî bi me re be.