Talana li Racoyê didome: 50 darên din ên zeytûnan hat birîn
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Raco a bi ser Efrînê, zêdetirî 50 darên zeytûnê birî.
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Raco a bi ser Efrînê, zêdetirî 50 darên zeytûnê birî.
Li gorî çavkaniyên herêmî çeteyên ‘Rîcal El-Herb’ ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, zêdetirî 50 darên zeytûnê yên welatiyê bi navê Cîhad Musa yê ji gundê Meydano yê navçeya Racoyê birîn.
Piştî ku Efrîn di sala 2018’an de hat dagirkirin û şûnde bi awayekî berfireh tê talankirin. Darên zeytûnan û berhemên zeytûnan ên ku debara wan ên sereke ne hatin desteserkirin û veguherî talanek global. Li herêma ku qirkirina etnîkî tên kirin, mal û milkên gel bi awayek sistematîk tên talankirin.