Çete li liv û tevgera şebekeyên MÎT'ê mikur hatin

Çeteyên di operasyonên Hêzên Ewlekariya Hundirîn de hatin girtin li xwe mikur hatin. Gotin ku MÎT'ê fermana gelek sûcên sûîqest, êrişên bombeyî, qaçaxçitî û sextekariyê dane wan ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin.

Dewleta tirk ji bo li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê armancên xwe yên dagirkeriyê bi ser bixîne, ne tenê êrişan dike. Bi destê çeteyên OSO-DAÎŞ-MÎT'ê li hemberî kesayetên girîng ên li herêmê sûîqestan dike; êrişî binesazî û saziyên Rêveberiya Xweser dike. Her wiha karê pereyê sexte, qaçaxçitî û gelek sûcên mîna wan ji aliyê MÎT'ê ve têne kirin. Çavkanî û cebilxaneyên pêwîst ên ji bo van sûcan ji herêmên dagirkirî yên mîna Serêkaniyê û Girê Spî ji herêman re têne şandin.

Fermanên ji navenda MÎT-DAÎŞ'ê ya li herêmên dagirkirî têne dayin, ji ailyê kesên bi navê Ebû Omer û Emel Mûhammed Alî Îsa ve ji hucreyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re têne şandin. Hucreyên veşartî bi nûmareyên Tirkiyeyê têkiliyê bi hev re datînin. Piştgiriya fînansî jî bi rêya şîrketên Tirk tê kirin. ANF'ê xwe gihand mikurhatinên çeteyên DAÎŞ-MÎT'ê.

Ahmed Abdulhamîd El Merdûd: Ez li herêma Bûkemal a Sûriyeyê ji dayik bûm. Sala 2017'an tevlî nava DAÎŞ'ê bûm. Piştî perwerdeya leşkerî û şerî, min li mizgeftê dest bi kar kir. Piştre me koçî Baxozê, Bisera û herî dawî jî Reqayê kir. Endamê MÎT'ê Abdûllah Ahmed El Cûma ku min ew li Bûkemalê nas kir, pêşniyar li min kir ku ji bo OSO bixebitim. Ew bi xwe di nava hucreyekê de dixebite ku bi MÎT û OSO ve girêdayî ye.

Abdûllah Ahmed El Cûma: Ji herêma Bûkemal a Sûriyeyê me. Mûhammed El Cûma ji min xwest ku bi hucreya bi navê Cîndûl Firat bixebitim. Ji min xwest ku dîmenê nuqteyên leşkerî û wesayitên leşkerî bikişînim. Di berdêla vê de jî min pere distand. Ji min xwestin ku şervanên leşkerî û fermandaran bikujim. Fermana vê yekê jî ji aliyê Mûhammed El Cemî (Mûhammed El Rîxatî) ve hate dayin ku li Tirkiyeyê dimîne.

Hasan Alî Mûhammed: Ji Eyn Îsayê me. Endama MÎT'ê ya bi navê Emel hate gel min. Me bi hev re mayinên ji Serêkaniyê û Girê Spî dihatin bi qaçaxî digihand hucreyan. Mayinên ku Emel dianî min dibir Reqayê. Min bi rêyên qaçax Emel dibir Reqayê. Emel li Reqayê diçû gel hevjînê xwe Serhan.

Nadîr Mûhammed Sarûh Halîl: Emel ji min xwest ku tevlî komên dewleta Tirk bibim. Çalakiya min a destpêkê li ser daxwaza Emel belavkirina 100 dolarên sexte li bazarê bû. Çalakiya min a duyemîn jî mayinên Emel bû. Çalakiya sêyemîn jî kuştin bû. Emel ji min xwest ku alkolê bînim. Dema ku min alkol anî, kesek hebû. Min cara yekê ew dît. Ji bo jê re bibêjim ku em dereng mane dema çûm gel wan, min dît ku li gel hev dirêjkirî ne. Min got belkî têkiliyê bi hev re datînin. Lê piştre min dît ku Emel kêr li wî kesî xistiye. Piştre Ebû Omer li min geriya û got, berpirsyarê çalakiyê me û ez pîroz kir. Di çalakiya çaremîn de jî ji min xwestin ku stasyona petrolê biteqînim. Di çalakiya pêncemîn de jî min mayinek û çekek şand xirbeyê li pişt xaniyê endamê MÎT'ê yê bi navê Salîh. Ji ber çalakiyên min kir, ji herêmên di destê Tirkiyeyê de ne pere û telefon ji min re şandin.

Serhan Îsa Avnî: Hevjîna min Emel Mûhammed Alî Îsa ez tevlî karên hucreya MÎT-DAÎŞ'ê kir. Me ferman ji Ebû Omer werdigirt. Emel di nava kîsekî reş de debanceyek ji min re anî û xwest bibim navnîşaneke li Reqayê. Di berdêla vê de jî 300 dolar dan min. Her wiha min gelek mayin û cebilxane bir û anî. Ji min xwestin ku kesekî nas dikim û pê bawerim tespît bikim. Min jî bang li xwarziyê xwe Ala Îbrahîm Hasanî kir. Min bang lê kir û qala tiştên têne xwestin jê re kir. Min jê re got ku di nava çend rojan de ez ê biçim Girê Spî. Paket bihata wê Ala werbigirta. Dema ku çûm Dêra Zorê li Ala geriyan û 3 mayin şandin. Hevjîna min Emel timî diçû herêmên di destê Tirkiyeyê de ne. Navenda li Girê Spî-Serêkaniyê em bi rê ve dibir.

Ala Îbrahîm Hasanî: Ji Reqayê me. Di nava hucreyê de wezîfeya min veguhastina mayin û cebilxaneyan bû. Xalê min Serhan Îsa ez tevlî hucreyê kir. Serhan Îsa endamê îstîxbarata Tirk bû. Piştre jî bi kesekî bi navê Ebû Omer nas kir. Destpêkê jinek bi min re axivî û got, 'emaneta xalê te heye' û di nava çente de 3 mayin da min û xwest bibim cihekî. Yê anî kesê bi navê Hasan Alî Mûhammed bû. Ebû Omer bi rêya nûmaraya Tirkiyeyê li min digeriya û ferman dida. Min wêneyê mayinên dibir ji Ebû Omer re dişand.