Di êrîşên li ser Eyn Îsayê de 3 kes birîndar bûn
Di êrîşên dewleta Tirk ên li ser Eyn Îsayê de 3 kes birîndar bûn. Her wiha gelek top li gundê Dêr Cemal ê Til Rifet û gundê Bênê yê Şêrawayê jî ketin.
Di êrîşên dewleta Tirk ên li ser Eyn Îsayê de 3 kes birîndar bûn. Her wiha gelek top li gundê Dêr Cemal ê Til Rifet û gundê Bênê yê Şêrawayê jî ketin.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û artêşa wê ya ji çeteyê DAÎŞ’ê berhevkirî yên li ser rojavayê Rojava berdewam in.
Di êrîşên dewleta Tirk ên li ser Eyn Îsayê de 3 kes birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Çelebiyê.
Dewleta dagirker, bi guleyên obusan êrîşê gundê Dêr Cemal ê Til Rifat û gundê Bênê yê Şêrawayê kir. 10 guleyên obusan li nêzê Dêr Cemalê û 7 gule jî li gundê Bênê ketin.