Cenazeyê Şehîd Tariq Ebdulhemîd hat veşartin
Cenazeyê Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Tariq Ebdulhemîd ku di dema pêkanîna erka xwe de şehîd bû bi merasîmekê hat veşartin.
Cenazeyê Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Tariq Ebdulhemîd ku di dema pêkanîna erka xwe de şehîd bû bi merasîmekê hat veşartin.
Karwanê cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Tariq Ebdulhemîd ji pêşiya Nexweşxaneya Firatê ya bajarê Minbicê ber bi Goristana Şehîdan a li başûrê bajêr ve kete rê.
Endamên saziyên sivîl, leşkerî û partiyên siyasî yên Minbicê tevlê merasîmê bûn.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Piştî rêzgirtinê merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hate lidarxistin.
Paşê ji rêveberên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm El-Şerîd axivî û got: “Em ji her kesê ku dixwazin êrişî xak û gelê me bike re dibêjin, gefên we moralên me xirab nakin. Bi her şehîdekî re israr û îradeya me ji bo parastina mafê zêdetir dibe.”
Her wiha endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mihemed El-Şêx jî axaftinek kir û diyar kir: “Şehîdan ji bo welatê xwe canê xwe feda kirin. Ji bo parastina rûmet û xakê her yek bû mertaleke xurt.”
Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Minbicê Mihemed Elî El-Ebo jî destnîşan kir ku parastina xakê ne tenê erka leşkeran e, lê belê hemû şênî, rêveberî û leşker soz didin ku wê parastina xaka xwe bikin û parastin erkê her welatiyê Sûrî ye.
Piştî axaftinan nasnameya şehîd ji aliyê endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mehmûd El-Îdo ve hate xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Di dawiyê de cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hate veşartin.