‘Em ê li dijî dagirkeriyê her cihê bikin qada berxwedanê‘
Li navçeya Çilaxa ya Qamişloyê li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek girseyî hate lidarxistin.
Li navçeya Çilaxa ya Qamişloyê li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek girseyî hate lidarxistin.
Li navçeya Çilaxa ya Kantona Qamişloyê li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê, Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek girseyî hate lidarxistin. Meş ji Çerxerêya Şehîd Mahsûm a li naverasta navçeyê ve destpê kir û heta sûka navendî dewam kir. Di meşê de êrîşên dagirkeriya Tirk hatin şermezarkirin.
Li qada geracê meş vegerî mîtîngê, li wir endama Meclîsa Navçeya Çilaxa Nizhe Seyfedîn êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê ên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û bêdengiya civata navneteweyî şermezar kirin û diyar kir ku ger dewleta Tirk erêkirin ji dewletên mezin negirtiba, nedikarî êrîşî Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bike.
Di axaftinan de hate diyarkirin ku wê li hemberî dagirkeriyê her cihê bikin qada berxwedanê.
Mîtîng bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana QSD’ê bi dawî bû.