YPJ'ê şehadeta şervaneke xwe ragihand

YPJ'ê ragihand ku şervana Mizgîn Botan 30'ê Gulanê şehîd bûye û got, "Hevrê Mizgîn çawa ku ji bo parastin û mezinkirina şoreşa Rojava bi rihekê fedaî şer kir, em ê jî li hember her cure gef û êrişan li berxwe bidin, welatê xwe biparêzin."

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervana xwe Mizgîn Botan ku 30'ê Gulanê di êrişa balafira bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker li bajarê Qamişlo şehîd bûbû, eşkere kir.

Daxuyaniya YPJ'ê wiha ye:

"Dewleta Tirk a çete û dagirker bi awayekê bênevaber û hovane êrişî Kurdistanê û warê şoreşê Rojava dike. Dewleta Tirk a çete û dagirker ji bo pêşiya têkçûna dasthilatiya xwe bigre van êrişan li ber çavên hemû hêzên navnetewî bêperwa didomîne. Şoreşa Rojava ya ku di pêşengtiya hêz û vîna jinan de pêk hat û hemû mirovahî ji çeteyên DAİŞ rizgarkir her dem bûye hedefa êrişên dewleta Tirk a dagirker lê weke hêzên YPJ’ê emê li hember van gef û êrişan bêdeng neminin û ji îdda û biryardariya xwe ya parastin û mezinkirina şoreşê paş de gav neavêjin.

Di 30’yê Gulanê de dewleta Tirk a çete û dagirker li Qamişlo bi balafira bêmirov êrişê seyareyekê kir di vê buyerê de Hevala me Mizgîn Botan û welatparêzê me yê hêja Kesra Melek şehîd bûn. Hevala me Dicle Cûdî û Hêvîdar Dirbesiyê birîndar bûn. Em ji malbata hevrê Mizgîn Botan û Kesra Melek re sersaxiyê dixwazin û em careke din ji hemû hevalên xwe yê şehîd re soz didin ku emê armancên ku wan di oxira wê de canê xwe feda kirin pêk bînin û em hevrêyên xwe Dicle Cûdî û Hêvîdar Dirbesiyê re şifa dixwazin.

Hevrê Mizgîn Botan bi nasnav Rahime Xezalî di pêvajoya şerê giran ê li Rojava de li ser bangawaziya seferberiyê tevlî refên YPJ’ê dibe. Hevrê Mizgîn Botan a bi eslê xwe ji bajarê Salmas a Rojhilatê Kurdistanê ye di nava malbateke welatparêz de mezin dibe. Bi vê hezkirina welat her dem bi lêgerîna welatê azad û jiyana azad mezin dibe. Dema ku şoreşa Rojava pêk tê hevrê Mizgîn kêfxweşî û kelecaneke mezin dijî û pêvajoya ku çeteyên DAİŞ bi dijwarî êrişê Rojava dike hevrê Mizgîn weke seferberî berê xwe dide Rojava yê welatê xwe û wisa cihê xwe di nava şoreşê de digre. Hevrê Mizgîn her dem di her çepera ku tê de berxwedan hebûye daxwaziya cihê xwe tê te girtinê diyar kiriye. Hevrê Mizgîn di nava şoreşa Rojava de bi biryardariya azadiyê û daneheva ku di şerê Rojava de derketiye pêş bi ramanên jin ê afirîner û bi idda xwe pêş dixe. Dibe parazvan û pêşengeke birdoziya rizgariya jin a ku xeta azadiyê xurt dike, dibe xwedî jiyaneke bi rihê hevrêtiya mezin û watedar.

Weke hêzên YPJ’ê em ji malbata Hevrê Mizgîn re sersaxiyê dixwazin em dibêjin tolgirtina şehîdan erkê me yê hevrêtiyê ye li ser vê bingehê wê tola hevrê Mizgîn û hemû şehîdan were girtin. Hevrê Mizgîn çawa ku ji bo parastin û mezin kirina şoreşa Rojava bi rihekê fedakar şer kir, berxweda weke hevrêyên wê emê jî, tu gefên li ser axa xwe, şoreşa xwe û hebûna xwe nepejirînin û emê li hember her cure gef û êrişan li berxwe bidin, welatê xwe biparêzin. Di vê pêvajoya ku gef û êrişên giran li ser ax û gelê me tê jiyan kirin de divê gelê me ji her demê zêdetir bi erka xwe ya welatperwerî rabin. Têkbirina dagirkerî û êrişan bi şerê gelê şoreşgerî xwedî derketina şoreşa ve wê pêk were.”

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Mizgîn Botan
Nav û Paşnav: Rahime Xezali
Navê Dayîk:  Sureya
Navê Bav: İsmail
Cihê ji Dayîkbûnê: 1989-Selmas
Cih û Dîroka şehadete: Qamişlo-30.05.2022