Meclîsa Leşkerî ya QSD'ê bi rengekî awarte civiya
Meclîsa Leşkerî ya QSD'ê li hemberî gef û êrişên dewleta Tirk bi rengekî awarte civiya û destnîşan kir ku ew amade ne bi hêzên hikumeta Şamê re bi koordîneyî tevbigerin.
Meclîsa Leşkerî ya QSD'ê li hemberî gef û êrişên dewleta Tirk bi rengekî awarte civiya û destnîşan kir ku ew amade ne bi hêzên hikumeta Şamê re bi koordîneyî tevbigerin.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji bo bûyerên dawî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê binirxîne, bi rengekî awarte civiya.
QSD'ê sekna gelê herêmê ku li pişt şervanên QSD'ê disekine silav kir û bang li gel kir ku vê xwedîderketinê dewam bike.
'GEFA DEWLETA TIRK PROJEYA DAGIRKERIYÊ YE'
QSD'ê ev daxuyanî da:
"Bi amadebûna fermandarên meclîsan û komên leşkerî, Meclîsa Leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo nîqaşkirina geşedanên dawîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexasim piştî gefên dewleta Tirk ên pêkanîna êrişeke nû li dijî herêmê, civîneke awarte li dar xist.
Di civînê de, Fermandariya Giştî detayên destdirêjiyên dewleta Tirk di demên dawîn de li ser herêmên Til Temir, Zirgan, Minbic û Şehbayê nîqaş kir. fermandarên meclîsên leşkerî li wan herêman rewşa dawîn û bandora wê rewşê li ser jiyana sivîlan û rêbazên parastina sivîlan, şîrove kir.
Di civînê de bandora êrişeke nû ya dewleta Tirk li ser rewşa mirovî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybetî herêmên wekî hedef hatine diyarkirin, hate gotûbêjkirin. Hate piştrastkirin ku êrişeke nû dê Sûriyan vegerîne dema destpêka aloziya Sûriyê û hate diyakririn ku projeyên dagirkeriyê û di nav de gefên dawîn destpêka parçekirina Sûriyê ye.
'DAÎŞ JI DEWLETA TIRK SÛDÊ WERDIGIRE'
Di civînê de bal li ser bandora êrişeke dewleta Tirk li ser şerê li dijî DAÎŞ'ê jî hate kişandin, ku di demên dawîn de DAÎŞ'ê ji êrişên dagirkeriyê sûd wergirt û pê re xeterî zêdetir bû.
Di civînê de hate ragihandin ku QSD berî her tiştî girîngiyê dide kêmkirina rageşiyê û pabendîbûna bi lihevkirinan. Di heman demê de ji bo parastina xak û şêniyên herêmê, hêzên QSD`ê ji bo bersivdayîna êrişên muhtemel û şerekî demdirêj, asta amadekariyên xwe bilind kiriye.
Her wiha hate piştrastkirin ku êrişeke muhtemel a dagirkeriya Tirk wê bandorê li îstiqrar û yekitiya xaka Sûriyeyê bike, ev êriş ne tenê li herêmên werin hedefgirtin dê were bersivdayîn, lê belê dê herêmên din ên li xaka Sûriyeyê ya dagirkirî jî bigire nava xwe.
BANGA XWEDÎDERKETINÊ
Helwestên şêniyên herêmê ku piştgiriyê didin şervanên QSD`'ê hate silavkirin, bang li şêniyan hat kirin ku destekdayîna xwe bidomînin û piştgiriyê bidin her biryara ku QSD`ê li dijî dagirkeriya Tirk bide.
Her wiha hate teqezkirin ku ji bo bersivdayîna êrişeke muhtemel ya dagirkeriya Tirk û parastina xaka Sûriyê, hêzên wan amade ne bi hêzên hikumeta Şamê re koordîneyê bikin."