Dewleta Tirk bi sekvanan sivîlan hedef digirin

Dewleta Tirk a dagirker li hemberî welatiyên Taxa Sînaa yê Eyn Îsayê vê carê jî sekvan xistin devrê. Di êrişan de kesek birîndar bû.

Dewleta Tirk a dagirker li gorî saeta herêmî saet di 15:40’an de şêniyên Taxa Sînaa kir hedef.

Vê carê di êrîşê de sekvan hatin bikaranîn. Kesê bi navê Xelîl Ebûd Ebdulxenî (50) ku di encama êrîşê de birîndar bibû, rakirin Nexweşxaneya Şehîd Omer Elûş a navçeyê.

Bijîşkan diyar kirin ku rewşa tenduristiya Ebdulxenî baş e.

Artêşa Tirk danê sibehê jî li ser rêya M4’ê wesayîtek kir hedef.

Di 5’ê Hezîranê de li gundê Ebû Nêtûne yê rojavayê navçeyê 3 gundî birîndar bibûn.