Cenazeyê şervanê QSD’ê El Ubeyd hat veşartin

Bi sedan şêniyên Reqayê û şervanên QSD’ê cenazeyê şervanê QSD’ê Ebdurehman El Ubeyd, spart axê.

Bi sedan şêniyên Reqayê û şervanên QSDʹê cenazeyê şervanê QSDʹê Ebdurehman El Ubeyd li goristana şehîdan a li gundê Hikumiyê spart axê. Şervanê QSDʹê dema erkê xwe bi cih dianî, li gundê Zîbanê yê rojhilatê Dêrazorê şehîd bû.

Merasîm bi torena leşkerî ya şervanên Meclîsa Leşkerî ya Reqayê destpê kir. Piştre endamê Meclîsa Leşkerî ya Reqayê Rîyad El Xelef sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Şehîd Ebdurehman ji bo parastina Dêrazorê û xelekê wê canê xwe feda kir. Ev yek hevgirtina şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan dide."

Riyad El Xelef soza şopandina xeta şehîdan da.

Piştre endama Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Feyrûz Xelîl îşaret bi rola şehîdan a parastina xwişk û biratiya gelan kir û anî ziman ku wê rêya şehîdan bişopînin.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Reqayê Zehra El Ehmed nasnameya şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan û berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hat veşartin.