Pêngava Tolhildanê: 6 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin

QSD’ê bi daxuyaniyekê eşkerek kir ku di roja 4’emîn a Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê de, 6 hatine girtin û mîktarek mezin a cebilxaneyan hat desteserkirin.

Navenda Ragihandinê ya QSDʹê têkildarî roja 4ʹemîn a Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di roja çaremîn de operasyonên lêgerînê li bajarê Reqa û gundewarê wê, bajarokên Mensûra û Sirînê û gundewarên wê hatin lidarxistin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

“Hêzên hevbeş, duh mîktarek mezin a cebilxane û topan dîtin û 6 çeteyên DAÎŞʹê girtin.

Ji girtiyan berpirsekî peydakirina cihê rûniştin û veşartina şaneya terorîst heye. Vê şaneyê di dawiya Kanûna borî de êrîş biribû ser beşê rojava yê navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn.

Her wiha ji girtiyan çeteyek din hebû ku li ser teqandina alavan perwerde dîtibû.

Hêzên hevbeş vê sibehê operasyonên lêgerîn û kontrolkirinê li taxa Firatê ya bajarê Reqayê û herêma Sefsafa ya gundewarê Tebqayê dabû destpêkirin. Operasyon dewam dike.”