QSD: 2 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin

QSD'ê ragihand ku di çarçoveya 'Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê' de 2 çeteyên DAÎŞ'ê hatine girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê eşkere kir ku 2 çeteyên DAÎŞ'ê hatine girtin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Di çarçoveya Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê de hêzên operasyonên hevbeş bi desteka hewayî ya Koalîsyona Navneteweyî operasyonên serdegirtina cihên şaneyên rêxistina DAÎŞ'ê ya terorîst li Reqayê pêk anîn. Di encamê de 2 endamên rêxistina terorîst girtin. Wan terorîstan êrişên terorîst pêk dianîn û endamên beşdarî êrişa li dijî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li taxa Diriyê bûne, vedişartin.

Navên her du terorîstên hatine girtin wiha ne; Ehmed Îd El Ebid û Kasir Îdan El Ebid. Ew her du terorîst di 2016'an de tevlî DAÎŞ'ê bûne.

Her du terorîst li xwe mikur hatin ku wan hewla xelaskirin û veşartina çeteyên DAÎŞ'ê dikir ku di êrişa li dijî taxa Diriyê de birîndar bûbûn.

Her du çete Ehmed û Kasir têkiliya xwe bi waliyê wîlayeta Reqayê re yekser hebû."