2 endamên hêzên ewlekariyê yên hikumeta Şamê hatin kuştin

Li Derayê, 2 endamên hêzên ewlekariyê yên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Digel tevlihevî û aloziya ewlehî ya berdewam li herêmên ′lihevkirinan′ kesên nenas erebeyeke leşkerî ku tê de endam ji şaxê ′Muxaberata Leşkerî′ ya girêdayî hêzên hikumeta Şamê hebûn hedef girt, di encamê de 2 hatin kuştin.

Girêdayî mijarê, kesên nenas li Nînew yê Derayê ciwaneke birîndar kir.

Her wiha çekdarên nenas mayînek bi wesayitekê de li taxa bakur a Derayê teqand. Di encamê de zirarên madî çêbûn.