Jiyana ku bi berxwedanê hate hûnandin: Zîn Doga

Di sala 2015'an de ku li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şerekî giran dihate kirin, Zîn Doga tevlî nava refên YPJ'ê bû. Li hemberî rastiya dîrokî ya li jinê tê ferzkirin bi hêrs bû û berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, gerîlayên YJA Star û HPG'ê havîn, zivistan, tî, birçî canê xwe dikin çeper û li ber xwe didin. Gerîla li hemberî êrîşên bi çekên kîmyewî, balafirên şer û her cûre teknîka şer bi rêbaza gerîlatiyê şer dikin  û mohra xwe li dîrokê dixin. Yek ji van jî Zîn Doga bû.

Zîn Doga (Nûr Silêman) li bajarê berxwedanê yê Rojavayê Kurdistanê li Qamişloyê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbata wê, hîn di zarokatiyê de PKK nas kir. Bi destpêkirina Şoreşa Azadiyê ya Rojava re Zîn tevlî nava karên şoreşê bû û weke jineke Kurd a ciwan berpirsyariyên xwe bi cih anî. Sala 2015'an ku li dijî çeteyan şerekî giran dihate kirin, tevlî nava refên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bû.

DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDA

Zîn tevlî gelek pêngavan bû û derb li çeteyan xist, di şer de bi wêrekiya xwe bû hêz û moral ji hevrêyên xwe re. Di vê dema şer de tevî ku gelek caran birîndar bû, ji daxwaz û biryara xwe ya têkoşînê ti carî kêm nekir û tevlîbûna xwe dewam kir.

Ji bo karibe felsefeya mîmarê Şoreşa Azadiyê ya Rojava Abdullah Ocalan baştir fêhm bike û tê de kûr bibe kete nava têkoşîneke bênavber. Rastiya dîrokî ya ku jin di nav de ye û rewşa wê ya heyî ew bi hêrs kir û bi vê hêrsê hîn bêhtir tevlî nava têkoşînê bû.

BI RENGEKÎ FEDAÎ ŞER KIR, PÊŞENGÎ KIR

Zîn ku li Rojavayê Kurdistanê karên çapemeniyê kir, bi tevlîbûna xwe ya bi daxwaz û kelecan, di demeke kurt de berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Roj bi roj rastiya dijmin fêhm kir, di êrîşa dewleta Tirk a li ser Serêkaniyê de ev yek bi kûrahî hîs kir û li gel vê yekê rastiya Apoyî jî baştir têgihişt.

Ji bo xwe bigihîne ruhê jinê yê fedaî sala 2018'an xwest tevlî nava karên Hêzên Taybet bibe. Li gel pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê jî ev îdîaya xwe dewam kir û sala 2020'î tevlî nava Hêzên Taybet bû. Li ser felsefeya Abdullah Ocalan timî xwe perwerde kir. Ji bo fikrê wî bixe meriyetê kedeke mezin da û pêşengî ji kar re kir.

Zîn Doga li hemberî dagirekeran ên ku hewl didan xwe li qadên berxwedanê daynin heta nefesa xwe ya dawî bi fedaîtî şer kir û 29'ê Gulana 2022'an şehîd bû.

Bavê Zîn Hisên Silêman anî ziman ku Zîn timî dihate hezkirin, cihê hurmetê bû û got, "Kes nediêşand. Miroveke hestewar bû. Yekane zaroka me ya keç bû. Ronahiya çavê me bû. Lewma me navê wê kir nûr. Hevalên wê jê hez dikir, gelek hevalên wê hebûn. Rojekê jî bi tenê nebû."

Bav Hisên têkildarî şehadeta Zîn got, "Yekane keça me bû. Em li ber ket, lê keça me serê me bilind kir. Qîmetê xwe mezintir kir ku di rêyeke bi vî rengî ya rûmetê de canê xwe feda kir. Zarokên me yên ji Zîn biçûktir û mezintir jî şehîd bûn. Dayik û bavên wan jî hene. Êşa me hevpar e. Zarokên me ji bo jiyaneke azad canê xwe feda kirin. Ne mafê kesî xwar ne jî bi neheqî canê kesî jê stand. Dijmin bi çekên kîmyewî êrîş dike, her roj bombardûmanê dike, lê cîhan bêdeng dimîne."

'TÊKOŞÎNA WÊ WÊ BIBE TÊKOŞÎNA ME'

Bav Hisên diyar kir ku Kurd heta nebin yek wê nikaribin bi ser bikevin û destnîşan kir ku wê li ser şopa têkoşîna Şehîd Zîn bin: "Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê têkoşîna wê dewam bikin. Têkoşîna wê wê têkoşîna me be. Ne xwîna Zîn ne jî xwîna ewqas şehîdan wê belasebep nebe."

BÛ HEVAL JI DAYIKA XWE RE

Resmiya Mihemed diyar kir ku Zîn zaroka wê ya sêyemîn û yekemîn keça wê bû û got, "Dema ku ji dayik bû ew roj roja herî kêfxweş a jiyana min bû. Du kurên min hebûn, jidayikbûna keçekê hesteke cuda bû. Zîn zarokeke cuda bû. Bêdengiya wê jî cuda bû. Yekane zaroka me ya keç bû, çi bigota me nedigot na; me dilê wê nedihişt, me digot bila weke wê be."

Dayik Resmiya anî ziman ku Zîn ji bo wê mîna hevalekê bû û got, "Keça min yeka civakî bû. Ji qelebalixiyê hez dikir. Ji tenêbûnê hez nedikir, timî dixwest li derdora wê hinek hebin. Ji bo min mîna hevaleke bû. Em bi hev re tevdigeriyan, rê nîşan dida. Min her tim li fikra wê dipirsî ji ber ku şaşitî nedikir, rêya rast nîşan dida. Zîn timî bi min dişêwirî, li fikrê min dipirsî. Zarokeke bi hurmet bû. Bi qasî hurmet nîşan dida, dihate hezkirin û hurmet jê re dihate nîşandan."

Dayik Resmiya diyar kir ku Zîn piştî merasîmeke şehadetê tevlî nava YPJ'ê bû û got, "Di sala 2015'an de di şer de heval şehîd bûn. Wê rojê merasîma şehîdan hebû û piştî merasîmê ez li her derê li Zîn geriyam, lê min ew nedît. Piştî çend saetan geriya û got, ew tevlî YPJ'ê bûye. Ya ku dibe para min jî ew e ku bibim şopdarê têkoşîna keça xwe."