Şêniyên Til Hemîsê cenazeyê şehîd Ziyad El Îbrahîm veşartin

Li Til Hemîsê cenazeyê şervanê QSD’ê Ziyad Ehmed El Îbrahîm ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû, hat veşartin.

Bi sedan şêniyên Til Hemîs û gundewarên wê li goristana şehîdan a li rojavayê navçeyê kom bûn û beşdarî merasîma veşartina cenazeyê şervanê QSD′ê Ziyad Ehmed El Îbrahîm (Ramî Til Hemîs) bûn. Ramî Til Hemîs di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî hêzên parastina Kampa Holê yên li gundê Qeyrewan ê Til Hemîsê de şehîd bûbû.

Li goristanê, endamê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Ebdullah El Salim sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina şêniyan û hêzên ewlekariyê û leşkerî hewl dide armancên mêtîngeriyê pêk bîne.”

Şervanê Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Til Hemîsê Xalid El Ehmed jî soz da ku heta pêkanîna serkeftinê li dijî siyasetên qirkirin û dagirkeriyê ew ê rêya şehîdan bişopînin û wiha got: "Em serî li hember dagirkeran natewînin, em ê ji her kesê ku îxanetê li şênî û welatê xwe bike, hesab bipirsin."

Piştî axaftinan nasnameya şehîd Ziyad El Îbrahîm hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan de hat veşartin.