Li Dêrazorê meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekîtiya Jinên Ciwan, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Dêrazorê meşek li dar xist.
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekîtiya Jinên Ciwan, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Dêrazorê meşek li dar xist.
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xist. Bi dehan şêniyên gundewarê rojava yê Dêrazorê beşdarî meşê bûn.
Meş ji deriyê ketina bajarokê Sewa ber bi çerxerêya bajarokê ve dest pê kir. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên "Bi azadiyê em ê bi serkevin" hatin hildan. Her wiha dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" û "Hilweşe komploya navneteweyî" hatin berzkirin.
Meş li çerxerêya bajarokê rawestiya. Li vir endamê şaxê Dêrazorê yê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyayê Hesen El Mehmûd axivî û got: "Bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan em dibêjin îradeya gelan ji sûrên girtîgeha Îmraliyê bihêztir e."
Hesen El Mehmûd anî ziman ku ciwanên li ser fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan perwerde bûne wê dawî li tecrîd û dagirkeriyê bînin.
Hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Fethî El Itêş bang li rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî kir ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hesabxwestina ji dewleta Tirk bikevin tevgerê.
Fethî El Itêş bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku li derdora projeya Rêveberiya Xweser kom bibin û li hemberî planên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê bisekinin. Her wiha ji penaberên Sûriyeyê yên ku nasnameyên Tirk wergirtine xwest ku dengê xwe nedin AKP‘ê.