Li Reqa û Til Koçerê şehîd hatin veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Bender Mihemed Elî El Mizel ê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû û Xelef Salih Mihemed El Îbrahîm ku hefteya borî li Reqayê şehîd bûbû, hatin veşartin.
Cenazeyê şervanê QSD’ê Bender Mihemed Elî El Mizel ê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû û Xelef Salih Mihemed El Îbrahîm ku hefteya borî li Reqayê şehîd bûbû, hatin veşartin.
Bi sedan şêniyên kantona Qamişloyê cenazayê şervanê QSD′ê Bender Mihemed Elî El Mizel (Ugab Til Koçer) li Goristana Uqab El Eswed a li Til Koçerê veşartin. Ugab Til Koçer 5′ê vê Gulanê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a li dijî nuqteya ewlehiya Kampa Holê ya li gundê Qeyrewan ê Til Hemîsê de şehîd bû. Şêniyan gerîlayê HPG’ê Muzaffer Elwan Derwîş (Egîd Zîlan) ê ku 29′ê Çileyê 2023’yan di encama nexweşiyê de li herêma Zapê şehîd bûbû bi bîr anî.
Di merasîmê de ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrikê Mihyedîn Xêrkî axivî û bal kişand ser rola şehîdan û fedakariyên ku ji bo parastina welat û gelê xwe dane.
Xêrkî îşaret bi êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser nuqteya ewlehiya Kampa Holê ya li gundê Qeyrewan ê Til Hemîsê û diyar kir ku dewleta Tirk bi vê êrişê xwest zemîna vejandina çeteyên DAÎŞ’ê li herêmê deyne.
Paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Husam Mubarek sersaxî da malbatên her du şehîdan û soza şopandina rêya wan da.
Her wiha hevserokê Meclisa navçeya Til Koçerê Salih El Kino banga xurtkirina têkoşînê kir û got: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker wê li pêş armancên me yên azadiyê nabin bend."
Di dawiyê de wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
CENAZEYÊ ŞEHÎD XELEF HAT VEŞARTIN
Bi sedan şêniyên Reqayê bi merasîmekê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Xelef Salih Mihemed El Îbrahîm ku hefteya borî li Reqayê şehîd bûbû veşart. Di merasîmê de şêniyên bajêr, endamên saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Sivîl a Reqayê, saziyên civaka sivîl û rûspiyên eşîrên ereb ên herêmê beşdar bûn.
Di serî de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê Matar El Şehil destnîşan kir ku şopandina rêya şehîdan erka her kesî ye nexasim di çarçoveya geşedanên leşkerî û siyasî yên herêmê de.
Endamê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Ehmed El Mustefa diyar kir ku rêya tekane ya rizgarbûna ji zilm û zorê, fedakarî ye û hêzên wan amade ne ji bo parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe feda bikin.
El Mustefa wiha domand: "Li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek zehmetiyên siyasî, leşkerî û aborî hene, ji ber wê jî divê her kes ji bo parastina herêmê amade bin."
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadeta şehîd hat xwendin û ji bo malbata wî hat radestkirin. Piştre girseya gel cenazeyê şehîd li Goristana Şehîdan a Reqayê veşart.