QSD: Îddîayên dewleta Tirk ne rast e
QSD’ê têkildarî îdîayên dewleta Tirk a li ser şehîdkirina 5 şervanên wan daxuyaniyek da û got ku ev îddîayên dewleta Tirk ne rast e.
QSD’ê têkildarî îdîayên dewleta Tirk a li ser şehîdkirina 5 şervanên wan daxuyaniyek da û got ku ev îddîayên dewleta Tirk ne rast e.
Têkildarî mijarê, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser twitterê daxuyaniyek nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker îro (13’ê Gulanê) di daxuyaniyekê de ragihand ku wan li herêma Serêkaniyê-Girê Spî 5 şervanên me şehîd kirine. Ev îdîayên wan ne rast in.”