Li gorî hemû belgeyên berdest û daxuyaniyên ku ji aliyê rêxistinên jinan li Tirkiyeyê têne weşandin sûcên li dijî jinan zêde dibin. Rêxistina "Em ê Kuştina Jinan Rawestînin" eşkere kir ku li Tirkiyeyê ji sala 2012’an heya 2022’an kuştina 651 jinan hatiye tomarkirin, lê ev ne tam tomarkirineke rast e. Ji ber Rêxistinên Mafên Mirovan li Tirkiyeyê diyar dikin ku hejmarên veşartî zêdetir in. Di encama veşartina organîzeya van sûcan de ji aliyê rayedarên fermî ve, hejmareke mezin ji van bûyeran heya niha berdewam in û weke qezayên xwekuştinê têne tomarkirin. Veşartina tawanên li dijî jinan bûye bûyerên normal li Tirkiye bê ku ti zagon hebin mafê van jinan biparêze yan jî wan ji van tawanan xelas bikin, ji ber dewlet bi xwe şirîkê vê yekê ye.
Têkildarî mijarê Berdevka Kongra Star a Rojava Rîhan Loqo nirxandin kir.
Rîhan Loqo behsa serweriya sîstemê li Tirkiyeyê ya li dijî jinan kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Zagonên ku li ser jinan têne ferzkirin li Rojhilata Navîn û cîhanê hemû naveroka wan nêzî hev in, ji ber hêzên serwer bi van zagonan sîtema xwe li ser jinan ferz dike. Nexwazin jin rola xwe bi rengekî aktîf di civakê de bilîze û xwedî nasname be. Taybet di vê mijarê de em dikarin behsa dewleta Tirk bikin ji ber qanûnên pir hişk li ser vîna jinan hatine pêşxistin. Ev qanûnûn jî bi zîhniyeteke mêrperest, mêtînger û bi rengekî pilankirî hatine danîn ku di encamê de komployek li dijî destkeftiyên jinan hatiye çêkirin. Dixwazin bi vê yekê jinan ji qadên jiyanê bikşînin û civakê li ser esasê mejiyê mêrê sedest perwerde bikin. Piraniya van tawanên li dijî jinan, dewleta Tirk xebatên wê didin meşandin û di her civîneke xwe de qanûnan li beramberî sekin, îrade û hêza jinan pêş dixin. Ji bo wê ji dîrokê heya niha jin têkoşîneke mezin li dijî vê yekê didin meşandin.”
‘DEWLETA TIRK NIKARE DI HEVPEYMAN Û QANÛNÊN KU JINAN BIPARÊZE DE CIH BIGRE’
Rîhan Loqo bal kişand li ser vekişîna dewleta Tirk ji peymana Stenbolê ku bi vê yekê diyar kir ew şirîkê tawanên li dijî jinan e û wiha domand: “Hevpeymana Stenbolê ya ku dewleta Tirk bi aliyên navdewletî re îmze kiribû ku li dijî kuştina jinan wê têkoşîn bike, dewleta Tirk xwe jê vekişand. Dewleta Tirk bi vekişîna xwe re baş helwesta xwe da diyakirin ku ew şirîkê tawanên li dijî jinan e. Li Tirkiyeyê rojane jin rastî qetilkirin, lêxistin û girtinê tên, her wiha cezayên giran li ser wan têne ferizkirin. Ev hemû li Tirkiyeyê li dijî jinan têne kirin ji bo wê Tirkiye nikare di qanûn û hevpeymanên ku jinan diparêzin de cih bigre. Li ser vî esasî heya niha jî bi sedan jinên parlementer, siyasetmedar, rewşenbîr,azadîxwaz û welatparêz di zindana de ne. Niha li pêşiya me hilbijartin hene û diviyabû ev kesayetên zane hemû ji zindanê derkevin ji ber pêşengên vê civakê ne û mafê wan heye bi rengekî qanûnî biçin li ser hilbijartinan hem weke namzet xwe hilbijêrin yan jî dengê xwe bidin kesên ku wan temsîl bikin. Berpirsyartiya vê yekê ji wan jî tê xwestin. Çima heya niha ev kesayet ne hatine berdan ji zindanên dewleta Tirk? ev jî sûcekî mezin e û dikeve bin banê sûcên li dijî prensîb û qanûnên jin de. Ev bi giştî diyar dike ku dewleta Tirk ji jina zane xwedî giringî di civakê de, ditirse. Her wiha dixwazin bi jinan re nameyeke wiha parve bikin ku ger hûn di doza xwe de bi israr bin em ê bi vî rengî nêz bibin û we tune bikin.”
‘PÊWÎSTE QANÛNÊN MIROVÎ Û EXLAQÎ KU JIYANA JINAN BIPARÊZIN HEBIN’
Rîhan Loqo bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê û wiha pêde çû: “Ne tenê li Bakurê Kurdistanê, dewleta Tirk li tevahî Kurdistanê êrîşî jinan dike û ti hesab jê nayên xwestin. Berî demekê me dît li Tirkiyeyê di navbera çend rojan de 17 jin hatine kuştin, çima hejmarek ewqas mezin di demke kurt de? Ji ber rê li pêşiya kujeran hatiye vekirin û destek ji wan re di riya qanûnê de tê dayin. Pêwîste qanûnên mirovî û exlaqî ku jiyana van jinan biparêzin hebin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriye jî êrîşeke mezin ji aliyê dewleta Tirk ve li ser destkeftiyên şoreşa jin hene. Dewleta Tirk li herêmên derdor jî pêşengên şoreşa jinan hedef digre. Hemû cîhan rastiya vê yekê dizane û bê deng e, em vê bêdengiya wan weke şirîkê tawanên şer pênase dikin.”
‘JIN DI ŞOPA TÊKOŞÎNA XWE DE BI ISRAR IN’
Rîhan loqo wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jin di şopa têkoşîna xwe de bi israr in û li beramberî hemû cûreyên tundî û bê mafiyê helwestên xwe didin nîşandan. Asta xebatên jin wê bibe bersiv ji van hemû tawanan re û dê bi pêşengiya jinan civakek exlaqî û polîtîk were avakirin.”