Şêniyên Efrîn, Şehba û Helebê tecrîd protesto kirin
Şêniyên Efrîn, Şehba û Helebê, bi çalakiyeke girseyî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kir û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.
Şêniyên Efrîn, Şehba û Helebê, bi çalakiyeke girseyî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kir û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.
Bi hezaran koçberên Efrînê, şêniyên Şehba û Helebê, bi dirûşmeya "Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, azadî û aştiya herêmê misoger dike" meşeke girseyî li dar xist û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya Partiya Çepên Kesk di hilbijartinan de, kir.
Bi hezaran şêniyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li cihê çalakiyê ku li gundê Eloşe yê navçeya Ehdasê ye kom bûn. Beşdaran, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku divê ew asta têkoşînê bilind bikin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dest bixin.
Beşdaran, guhdarî li qeydên dengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê de behsa pergala desthilatdariya li Rojhilata Navîn, siyaseta ku dewlet li dijî gelan dimeşîne, zilma li dijî jinan û pergala demokratîk ku divê were pêkanîn da ku azadiya gelên Rojhilata Navîn bi dest bixin, dike.
Endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Zelal Ceger bal kişand ser siyaseta li dijî herêmê tê meşandin, bi taybetî siyaseta dewleta Tirk a li dijî Sûriyeyê û got: "Divê gelê Kurd ê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, hilbijartinên 14'ê Gulanê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Divê asta têkoşîna xwe li hember dagirkerî û sûcên wê yên li dijî şêniyên Efrîn û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bilind bikin."
Endamê Meclîsa Rûspiyên eşîrên kantona Efrîn û Şehbayê Mihemed Xeşan destnîşan kir ku yekitî û xwişkahî û biratiya gelên herêmê, bi hemû pêkhateyên xwe, girêdana wan bi projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser ve giring e. Her wiha da zanîn ku rizgarkirina herêmên dagirkirî, bi taybetî ya Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî girîng e.
Koma Çiya Kurmênc a tevgera Çand û Hunerê, Koma Şehîd Hêva ya girêdayî Tevgera Kevana Zêrîn, hin stranên şoreşgerî û folklorî gotin.