Cejina Zimanê Kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat pîrozkirin
Li gelek derên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi boneya 15’ê Gulanê Cejina Zimanê Kurdî, çalakiyên çandî û hunerî hatin lidarxistin.
Li gelek derên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi boneya 15’ê Gulanê Cejina Zimanê Kurdî, çalakiyên çandî û hunerî hatin lidarxistin.
Li gelek derên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi boneya Cejina Zimanê Kurdî, pîrozbahî hatin kirin. Di pîrozbahî û çalakiyan de îşaret bi giringiya parastina zimanê zikmakî hat kirin.
ŞEHBA
Bi dirûşmeya "Em bi tîrêjên 15'ê Gulanê şoreşa xwe bi ser bixin û dagirkeriyê têk bibin" desteya perwerdehî û fêrkirinê ya kantona Efrîn û Şehbayê Cejna zimanê Kurdî li Kampa Serdemê ya Şehbayê pîroz kir.
Şahî, bi rêzigirtina ji bo cangoriyên azadiyê dest pê bû û bi pişt re Hevseroka Desteya Perwerdehî û Fêrkirinê ya kantona Efrîn û Şehbayê Zelox Bekir axaftin kir. Bekir, Cejna Zimanê Kurdî li hemû Kurd û Kurdistanê pîroz kir û her wiha diyar kir wê roja 15'ê Gulanê ji bo wan bibe roja serfiraziyê û bipêşxistina zimanê Kurdî.
Şahî, bi çalakiyên cur bi cur bi dawî bû.
QAMIŞLO
Navenda Gihandina Mamosteyan, li Taxa Bişêriyê ya Qamişloyê, pêşangeha wêne û destkariyên hunerî vekir.
Li pêşangehê, 88 tabloyên ji heriyê hatin nîşandan. Berhemên ji heriyê, ji aliyê 24 xwendekarên beşê wêneyê ve hatine çêkirin.
Rêveberiya Dibistanan a Qamişloyê, di heman çarçoveyê de, li Salona Werzişê ya Şehîd Zelal Mûnzûr, pîrozbahiyek kir.
Mamoste Henan Bekir ku di pîrozbahiyê de axivî, Cejina Ziman Kurdî pîroz kir û got: ‘’Zimanê Kurdî her rû bi rûyê êrîşên nijadperest û bişaftinê bûye. Ji ber ku yên Kurdistan dagir kiriye, beriya her tiştî ketine hewila tunekirin zimanê Kurdî û pê re jî Kurdan.’’
Piştî axaftinan, li ber stranên komên muzîkê govend hat girtin.
Rêveberiya Dibistanan, li Dibistana Şehîd Şehrezad ku li Dêrok Kevinkê ku gundekê navçeya Çilaxayê ye, pêşangehek ji berhemên herêmê danî. Teşî, tevn, cirn, cil û berg hatin nîşandan. Amûrên muzîkê yên kevin jî li pêşangehê hatin nîşandan. Xwendekarên Dibistana Şehîd Şehrezad, li ser civaka xwezayî lîstikek lîst.
Pêşangeh wê heta sibehê berdewam be.
HESEKÊ
Komîna Perwerdeyê ya navçeya Til Temir a Kantona Hesekê bi vê boneyê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Mamosta Rodî Roso ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de Cejna Zimanê Kurdî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.
KOBANÊ
Xwendekarên Zanîngeha Kobanê jî, li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya li Kobanê pîrozbahiyek kir. Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şêrin Muslim, behsa giringiya Cejina Zimanê Kurdî kir û bal bir ser operasyonên qirkirinê yên berpêyî Kurdan. Şêrîn, destnîşan kir ku ji bo parastina zimanê Kurdî berpirsyariya Kurdan gelek e.