Dewleta Tirk li Til Temirê kesek qetil kir
Di êrîşa artêşa dewleta Tirk a dagirker de ya li ser herêma Til Temirê, kesek ji şêniyên herêmê şehîd bû, 4 kes jî birîndar bûn.
Di êrîşa artêşa dewleta Tirk a dagirker de ya li ser herêma Til Temirê, kesek ji şêniyên herêmê şehîd bû, 4 kes jî birîndar bûn.
Artêşa dewleta Tirk a dagirker bi dema herêmê saet di 10:00 de topbaran li ser gundê Til El Leben ê navçeya Til Temirê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Hate ragihandin ku di encama vê êrişê de Mihemed Ebdulfetah Hisên (38) ku li nava zeviyê xwe kar dikir, şehîd bû. Di êrîşê de 4 kes jî birîndar bûn.
Navên birîndaran wiha ne: Xalis Hec Hozeyfa (35), Ebdullah Elêwî (27), Îbrahîm Geraf (38) û Hafiz Muhemmed Geraf (27).