'Ji du odeyan bûn bi sedan dibistan'

Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim derbarê Roja Cejna Zimanê Kurdî de got, "Bi du odeyan perwerdehî dest pê kir, vaye îro bi sedan dibistan û bi hezaran mamoste û şagirt hene. Bêguman ev mîrateya têkoşîna Rêber Apo a 50’î salî ye.”

Her netewek bi rêya zimanê xwe, xwe îfade dike. Gelê Kurdistanê tevî êrîşên qirkirina çandî, ziman û nasname ku ji dîrokê heta niha bê navber berdewam dike, kariye li dijî polîtîkayên asîmlekirinê ziman û çanda xwe biparêzin. Lê belê piştî çirûska 19’ê Tîrimehê Zimanê Kurdî êdî li herêmên Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê bûye zimanê perwerdehî. Derbarê Roja Cejna Zimanê Kurdî de Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim ji ANF’ê re axivî.

‘ZIMANÊ KURDÎ DI LÎSTEYA CÎHANÊ DE ZIMANÊ HERÎ KEVNAR E’

Mislim Roja Zimanê Kurdî li tevahî netewa Kurd pîroz kir û tevahî lehengên di vê dozê de şehîd bûne bi bîr anî û got, “Em bi taybetî vê rojê li şehîd Viyan Amara a ku ji bo zimanê Kurdî têkoşîneke bê hempa li vir da, pîroz dikin." Mislim da zanîn ku, her netewek bi şêwazekî û zimanekî xwe îfade dike û wiha dewam kir, "Ji ber polîtîkayên asîmlekirin û qirkirinê, gelê Kurd derfet nedît ku bi awayekî fermî hînê zimanê Kurdî bibe. Dijmin bi siyaseta xwe wisa kir ku, Kurd ji zimanê xwe dûr bikevin û şerm bikin. Şoreşgerên ku li dijî vê polîtîkayê serî hildan û ji bo parastina ziman têkoşîn kirin jî, bi êşkence, girtin û qetilkirinê xwest pêşî lê bigire. Gelek dîroknasên cîhanê dibêjin ku zimanê kurdî di lîsteya cîhanê ya zimanê herî kevnare. Zimanê Kurdî, zimanê gelê Mezopotamyayê ye ku gelekî xwe pê îfade kiriye. Zimanekî ku gelek zoreveyan di nav xwede dihewîne. Zimanekî afrîner û mê ye ku di hundirê peyvekê de gelek wate û peyv tên derxistin. Ev taybetmendî jî di gelek zimanan de tune ye." 

Şervan destnîşan kir ku, dijminê gelê Kurd timî li dijî nasnameya Kurdîbûnê şer kiriye û got, “Armanca wan a sereke civaka Kurd ji zimanê wan dûr xistinbû. Bi dagirkirina Kurdistanê re zextên li dijî ziman pêk hatin. Di her maleke Kurd de, hiştin ku bi zimanê dagirkeriyê bê axaftin. Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê zimanê Tirkî û li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê zimanê Erebî, li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê zimanê Farisî û li Iraq û Başûrî Kurdistanê jî zimanê Erebî hatin ferzkirin.”

’GELEK ÇEK LI HEMBERÎ ZIMANÊ KURDÎ HATIN BI KAR ANÎN, LÊ NEGIHIŞTIN ARMANCA XWE’

Mislim da zanîn ku, têkoşerên ziman ên ku hewl didan ziman pêşbixin û tîpên Kurdî hînê zarokan bikin, dawiya xwe di girtîgehan de didîtin. Mislim destnîşan kir ku, di dîrokê de gelek ziman rastî qirkirinê hatine û ji rûpelên dîrokê hatine derxistin û ev tişt got, “Lê belê bi saya dayik û zanistvanên Kurd, zimanê Kurdî her hatiye parastin. Gelek çek li hemberî zimanê Kurdî hatin bikar anîn, lê encam vala ye.”

’JI DU ODEYAN BÛ BI SEDAN DIBISTAN’ 

Mislim da xuyakirin ku piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku gelek şoreş bi xwe re hewandin yek ji wan şoreşa zimanê Kurdî bû û wiha dom kir,  "Gelê Kurd bi heyecaneke pir mezin berê xwe dan dibistan û zimanê Kurdî pêşwazî kirin. Dibistana yekemîn ku dibistana Mamoste Osman Dadelî, ew çirûska destpêkeke nû, ku bi du odeyan dest pê kir. Vaye bûye bi sedan dibistan û bi hezaran mamoste û xwendekar. Li Rojava ji pola yekem heta zanîngehê perwerdehiya bi zimanê Kurdî tê dayîn. Bê guman ev yek bingeha xwe ji mîrateya têkoşîna 50’î salan a Rêber Apo digire.”

Şervan Mislim diyar kirin ku, li Rojavayê Kurdistanê êdî zarok bi ziman û rengên xwe, dikarin xwe îfade bikin û wiha domand, “Vaye êdî metiryalên me bi zimanê Kurdî ye. Mamosteyên me bi rengê xwe tevlî dibistana dibin. Zanîngeha Kobanê û Rojava bi Kurdî xwe îfade dike. Ev jî mîrateya şoreşa Rojavaye. Zimanê Kurdî gelekî pêş ketiye û giştiye asta Mastir. Gelek zanyar û rewşenbîr ê ku bi zimanê Kurdî xwe pêş xistin, di asta mastir de cih digrin. Lê hîna têrê nake, divê hîna têkoşîn ji bo zimanê Kurdî bên kirin." 

Mislim di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew ê bi lêkolînkirinê zimanê xwe hîn dewlemendtir bikin û got, “Divê di saziyên me yên Rêveberiya Xweser de hîn zêde zimanê Kurdî aktîf be, bi zimanê Kurdî xwe îfade bikin. Divê dayîn standin û nivîs bi zimanê Kurdî bê parvekirin û asta xwe di zimana Kurdî de pêş bixin. Ji ber civaka Kurd ji zimanê xwe her bêpar maye. Em pêşketinê dibînin. Em bi biraderên xwe jî gelekî sûdê ji zimanê din dibînin. Hêvî û daxwazê me ku hîna zimanê Kurdî pêş bikeve û em vê rojê li tevahî netewa Kurd pîroz dikin.”