Şehîd Fuad, bi merasimeke girseyî hat veşartin

Bi sedan kes ji gelê Herêma Firatê, ji bo veşartina cenazeyê şehîd Fuad Xelîl (Fuad Xelîl) ku dewleta Tirk ew bi balafireke biçek a bêmirov ji xwe re kir armanc û bû şehîd, bi meresimeke girseyî hat veşartin.

Bi sedan kes ji sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û gelê Herêma Firatê ji bo veşartina cenazeyê şehîd Fuad Xelîl berê xwe da Goristana Şehîd Dîcle ya li başûrê Kobanê û li wir bi merasimeke girseyî şehîd hat veşartin.

Piştî rêzgirtina bi deqeyekê, Endamê Tevgera Civaka Demokratîk Bozan Dalî axivî. Dalî got ku ew li hemberî darbesta şehîd soz didin ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê her xwedî sekineke xurt bin. Êdî dijminê me xwe li ser xwînê tîmar dike, em gelê herêmê her xwedî bertek bin û bidin ser rêya berxwedanê. Ev xaka bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin, wê bibe xençer û li ser dilê dijmin bikeve."

Hevseroka Desteya çandiniyê ya Herêma Firatê Sewsen Daban jî wiha axivî: ‘’Ew her diixwazin îradeya jinan û ya Rêveberiya Xweser bişikînin, lê em ê li hemberî dagirkeriyê rêya têkoşînê hilbijêrin; "Şehîdên me di dilê me de ne, lê dagirkerî dixwaze gelê me bi awayekê komî bikuje û bi her awayî êrîş dike, lê bila baş bizane ku wê li hemberî îradeya me her têk biçe, em gelê Herêma Firatê, soza xwe li hemberî şehîd dubare dikin ku em ê hêviyên wî pêk bînin."

Piştre wesîqeya şehîd hat xwendin û şehîd bi tilîlî û dirûşmeyan hat veşartin.