Meclîsa Kongra Star sê jinên têkoşer bi bîr anî

Meclîsa Kongra Star bi daxuyaniyek nivîskî sê jinên têkoşer Şêrîn Elemhûrî, Mizgîn (Gûrbet Aydin) û Leyla Qasim bi bîr anî.

Meclîsa Kongra Star bi daxuyaniyek nivîskî sê jinên têkoşer Şêrîn Elemhûrî, Mizgîn (Gûrbet Aydin) û Leyla Qasim bi bîr anî.

Daxuyaniya Meclîsa Kongra Star wiha ye:

“Bi navê meclîsa Kongira Star em di salvegera  şehadeta sê qehremanan de, sê pêşengên doza azadiyê ku meha Gulanê şehîd bûne, hemû şehîdên azadiyê  bi bîr tînin û bejina xwe li ber wan ditewînin .

Sê xwedawendên  ku nexşeya azadiyê bi tîpên zêrîn xêz kiriye û kiriye diyarî ji hemû jinan û mirovahiyê re.

Sê pakrewanên bi berxwedana xwe li hember hişmendiya kevneperest a rêjîma faşîst û nijadperest têkoşiyan, ji bo parastina nirxên civakbûyînê  mîna çand û hûner û ziman  ji siyaseta qirker  parastine.

Şehîd Şêrîn Elemhûrî ku bi tekoşina xwe ya lêgerîna azadiyê  li hember hişmendiya nijadperest a rêjîma milelî li ber xwe da ku bi xwedî derketina li armancên hevrêyên şehîd bi israrkirina îfadeya bi zimanê dayikê yê zikmakî tevî ku rastî hemû cureyên êşkenceya hovîtiyê tê jî, teslîmkarî qebûl nekir, bi vîna xurt li ber xwe da heya hilma dawiyê ya jiyanê, bi zindîkirina zimanê qedexekirî li zindana dîktatoriyê bi nivîsandina dirûşmeya (Jin, jiyan, azadî) ku îro ji nû ve zindî bûye, bi vîna hemû jinan û civaka Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve; û armanca Şehîd Şêrîn û bi hezaran şehîdên azadiyê li qadên berxwedanê tê pêkanîn û bi hezaran zarokên pêşerojê  bi zimanê xwe  dihizirin, dipeyivin û dixwînin  di dibistan û peymangeh û zanîngehan de. Ev jî xewn û xeyal û armancên şehîdan in ku pêk tên.   9’ê meha Gulanê ya sala 2009’an, tevî çar mamosteyên zimanê kurdî Ş.Ferzend kemanger, Ferhad, Elî  û Mihdî ve têne daliqandin.

Şehîd Mizgîn (Gûrbet Aydin) lêgerîna azadiyê ya ku li hember zilma faşîzimê li ber xwe da û têkoşiya û çanda civakbûnê zindî kir û parast û kir milkê tevahî civakê û ev çand li seranserê Kurdistanê û cîhanê belav bûye heya ku 11’ê meha Gulanê ya sala 1991’ê gihîşt karwanê şehîdan.

Şehîd Leyla Qasim, serhildêra li dijî rêjîma Bees a faşîzim ya dîktator têkoşiya di nava refên xwendekaran de û zilm û zorî li ser gelê xwe qebûl nekir û li ber xwe da li hember cureyên êşkenceya celadên rêjîma Beesê ya Îraqê û ji hêza çavên wê yên reşbelek ditirsiyan. Wan çavên awirên xwe ji bedewiya Kurdistanê digirin. Li hember tîrêjên awirên wê, xwe ranegirt û rijand û ew kur kir; gotinên wê li ber sêdarê, daxwaza wê ew ew bû ku bi cilên Kurdî were bidarvekirin. Ev tê wateya serkeftina vîna jina kurd ya berxwedêr û şikandina rêjîma dîktator. Bi vî awayî, 12’ê meha Gulanê ya sala 1974’an hat bidarvekirin û bû şehîd. Di dîroka rejîmên desthilatdar ên herêmê de, ev cara yekemîn bû ku jinek dihat bidarvekirin. Ew jî jineke Kurd e ku her tim pêşentgiyê ji pêvajoyan re dike.

Weke Kongra Star, erk û berpirsiyariya me ew e ku em asta tekoşina xwe bilind bikin bi xwedîderketina li armancên şehîdan ku bûne mîrateya xeta jina azad  bi rêxistin kirina hemû jinan ku bibin xwedî vîn û îrade bi biryar di der barê çarenûsa xwe de. Bangawaziya me li jinan û civakê ew e ku li nirxên xwe yên civakbûyînê bibin xwedî zindî bikin û biparêzin li dijî siyaseta qirkirinê.”