Bi deh hezaran kes li Qamişloyê ji bo 14’ê Gulanê bang kirin
Li herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgirî dayîna Partiya Çepên Kesk mîtîng hate lidarxistin.
Li herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgirî dayîna Partiya Çepên Kesk mîtîng hate lidarxistin.
Li Stadyûma Şehîdên 12`ê Adarê ya li Qamişloyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirî dayîna Partiya Çepên Kesk ji bo di hilbijartinên 14`ê Gulanê yên li Tirkiyeyê de, mîtîngek hat lidarxistin. Mîtîng bi dirûşma “Azadiya Rêber Apo misogeriya demokrasî û aramiya herêmê ye” hat organîzekirin.
Ji saetên serê sibehê ve girseya gel ji herêmên Beravê, Dêrik, Girkê Legê, Til Koçer, Çilaxa, Tirbespiyê, Til Hemîs, Til Birak, Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Şedadê, Holê, Kampên Waşûkanî û Serêkaniyê berê xwe da Qamişloyê da ku beşdarî mîtîngê bibin.
Li qada mîtîngê bi deh hezaran Kurd, Ereb, Suryan û Ermen kom bûn û dirûşmên silavkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berz kirin.
Di mîtîngê de hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Asya Ebdullah axivî, berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li girtîgeha Îmraliyê, gelê Bakurê Kurdistanê û endamên Partiya Çepên Kesk silav kirin.
Asya diyar kir ku li hember tecrîd û pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê û bêdengiya CPT`yê, divê çalakiyên li qadan dewam bikin û dayik, jin, ciwan û hêzên demokratîk ên cîhanê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan qîr bikin û got: “Helwesta me li dijî tecrîdê û têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan, têkoşîna serdemê ya ji bo mirovahiyê, azadiya jinan, parastina nirxên gelê Kurdistanê ye. Em ê bi vê hêviyê têkoşîna xwe li hemû qadan bidomînin.”
Asya Ebdulllah piştgiriya xwe ji bo Partiya Çepên Kesk jî nîşan da û got: “Em berxwdana gelê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ya ji bo demokrasiyê, li dijî faşîzmê, kuştina jinan, şer û siyasetên îşkence û binçavkirinê silav dikin. Em serkeftinê ji wan re dixwazin. Em namzetên jin ên Partiya Çepên Kesk silav dikin. Baweriya me heye ku dengên gelê Bakur û Tirkiyeyê Wê dawiya faşîzmê bînin.”
Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokraîtk a herêma Cizîrê Hikmet Hebîb jî axivî. Hebîb têkildarî hilbijartinên li Tirkiyeyê jî ev peyam da hêzên demokratîk ên li Bakur û Tirkiyeyê: “Di vê pêvajoya dîrokî de, pêkanîna guhertinê û bidawîkirina zilmê berpirsyariya we ye.”
Mîtîng bi strana “Deng Bidin” a ku Hunergeha Welat ji bo piştevaniya Partiya Çepên Kesk derxistibû û stranên hunermend Danîş Botan, Baran Dilbihar û Koma Cûdî bi dawî bû.