Şêniyên herêma Firatê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd daketin qadan
Li Herêm Firatê bi tevlîbûna sedan kesî, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mitîngek hate lidarxistin.
Li Herêm Firatê bi tevlîbûna sedan kesî, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mitîngek hate lidarxistin.
Danê sibehê bi hezaran ji şêniyên Kobanê, navçeyên Sirîn û Eyn Îsayê yên herêma Firatê ji bo mitîngê berê xwe dan qada Şehîd Egîd a li bajarê Kobanê û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Di mitîngê de piştgirî ji Partiya Çepên Kesk re hate nîşandan.
Di mitîngê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Partiya Çepên Kesk hatin hildan û dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Gelê Kurd”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin berzkirin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratî (PYD) a Herêma Firatê Nesre Derwêş axivî û got, “Em berxwedana Rêber Apo ji Kobanê heta Îmraliyê silav dikin. Her wiha em berxwedana gelê Kurd ên Bakurê Kurdistanê li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê silav dikin. Bi hezaran gelê me yê Bakurê Kurdistan di dema êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê ya li dijî Kobanê, seferber bûn û ji bo azadiya Kobanê li ber xwe dan. Weke gelê Kobanê em jî îro piştgiriya gelê Bakurê Kurdistanê dikin.”
Derwêş da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî faşîzma Tirk 25 sal in li ber xwe dide û got ku heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê ew ê li qadan li ber xwe bidin.
Hevserokê Meclîsa Malbatê Şehîdan a Herêma Firatê Adil Hec Kero axivî û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lI hemberî her zoriyê li ber xwe daye û ji bo avakirina civakeke azad têkoşiyaye û got, “Em ê jî wek gelê Herêma Firat her tim bi yek helwestê bêjin heta azadiya Rêber Apo ya fîzîkî misoger nebe, em ê her li ber xwe bidin.”
Cîgirê Hevserokê Meclîsa Kantona Girê Spî Hezaî Mihemed jî ev tişt gotin, “Rêber Apo ji bo tevahî gelên bindest azad bijîn berxwedanek bêhempa meşand. Ji ber vê yekê tecrîdek girankirî li dijî Rêberê me tê pêk anîn. Em bang li tevahî saziyên mafê mirovan dikin ku di zûtirîn dem de derbarê rewşa Rêberê me de daxuyaniyek bide. Dewleta Tirk hemû rêgezên cîhanî binpê dike. Ji bo wê em bang li tevahî gelê Bakurî Kurdistanê dikin ku li dijî vê siyaseta faşîzane, dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk."
Piştre mîtîng bi şahî û stranên şoreşgerî bi dawî bû.