Cîgirê Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid li ser tevlîkirina rêveberiya Şamê ya li Komkara Ereb ji ANF'ê re axivî.
Hemdan El Ebid got, "Em hêvî dikin ku ev veger di berjewendiya gelê Sûriyeyê de be, ne ji bo aliyekî taybet be" û wiha dewam kir: "Em hêvîdarin ku Komara Erebî çareseriyekê ji krîza Sûriyeyê re bibîne. Me weke Rêveberiya Xweser înîsiyatîfek dan destpêkirin, ku bibe tovikek ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê, misogerkirina yekîtiya axa Sûriyeyê, wergirtina penaberan û parastina aborî û ewlehiya Sûriyeyê. Em hêvîdarin ku vegera hikumeta Şamê li Komkara Erebî di berjewendiya gelê Sûriyeyê de be. Krîzê bi rengekî siyasî çareser bike."
Hemdan El Ebid diyar kir ku divê hikumeta Şamê zanibe ku çareseriya krîza Sûriyeyê siyasî ye, ne leşkerî ye û got, "Komkara Erebî jî divê Înîsiyatîfa Rêveberiya Xweser li ber çavan bigire, ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê û bidawîkirina nakokiyan. Her wiha ev vegerandin pêwîste bi piştgiriya biryara 22\54 be, li kêleka wê pêwîste dawî li dagirkeriya Tirk bê anîn. Her wiha welatên ku dest li karên Sûriyeyê werdidin bêne derxistin û Destûreke Sûriyeyê hebe ku mafên gelên Sûriyeyê hemûyan misoger dike. Weke ku me di vê înîsiyatîfa xwe û daxuyaniya dawî de destnîşan kir hemû mafên pêkhatiyên Sûriyeyê têne parastin."
Hemdan El Ebid dagirkeriya dewleta Tirk a li Sûriyeyê bi bîr xist û bi wesîleya hilbijartinên 14'ê Gulanê jî bang li xelkê Sûriyeyê yê li Tirkiyeyê û Kurdên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kir ku dengê xwe bidin hêzên demokratîk.