Cenazeyê Şehîd Mahmûd Diyab hat veşartin
Cenazeyê Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Diyab bi merasîmek girseyî li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî hat veşartin.
Cenazeyê Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Diyab bi merasîmek girseyî li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî hat veşartin.
Cenazeyê Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Diyab bi merasîmek girseyî li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî hat veşartin. Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya Kantona Hesekê û endamên saziyên sivîl û leşkerî yên navçeyê tev li merasîma cenaze bûn.
Girseya gel cenazeyê şehîd ji avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê wergirtin, bi karwanekî wesayîtan ber bi goristanê ve ketin rê. Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbesiyê Edla Misto ku li vir axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û destnîşan kir ku heta Sûriyeyeke demokratîk ava bikin û bigihijin armanca xwe dê li ser şopa şehîdan bin.
Piştre, endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Bircus Dirbêsiyê axivî û soza şopandina şehîdan heta pêkanîna armancên wan da.
Bi navê malbata şehîd, birayê şehîd, Samir Diyab wiha axivî: "Birayê min ev rê hilbijart, em jî soz didin wî ku xwedî li armancên wî derkevin û ewlehiya herêmê biparêzin."
Di dawiya merasîmê de, endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Îman Dadûş wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbata wî kir.
Piştî axaftinan cenazeyê şehîd bi tilîliyan hat veşartin.