Şehîd Cûdî Egîd û Samî Eles li Hesekê bi meresimeke girseyî hatin veşartin

Şervana YPJ’ê Cûdî Egîd ku êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû û şehîdê Hêzên Parastina Cewherî Samî Eles Mihemed bi meresimeke girseyî hatin veşartin.

Xelkê bajarê Hesekê û gundên wê, cenazeyê şervana YPJ`ê Cûdî Egîd (Tugba Karakoç) ku 11`ê Gulanê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li gundê Çelebiyê yê Kobanê şehîd bû, veşart.

Meresima veşartina cenaze, li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê yê Hesekê hat lidarxistin.

Piştî rêzgirtinê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed axivî û diyar kir ku şehîdan bi saya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di ber pêkanîna hêviyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de canê xwe feda kiriye.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê jî Evînar Dêrik axivî. Evînar, îşaret bi rola malbata şehîd Cûdî Egîd di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û rola şehîd Cûdî di nava refên YPJ`ê de kir û soza dewamkirina li rêya wan da.

Piştî axaftin bi dawî bûn, wesîqeya şehîd Cûdî Egîd hat xwendin û cenazeyê wê hat veşartin.

Li Goristana Şehîdan a navçeya Şedadê ya başûrê Hesekê jî bi sedan şêniyên navçeyê, rûspiyên eşîrên Ereban beşdarî merasîma veşartina cenazeyê şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Samî Eles Mihemed ku dema li ser erka xwe bû di 13`ê Gulanê de gihaşt şehadetê, bûn.

Meresim bi merasîmeke leşkerî dest pê kir. Piştre endama Saziya Malbatên Şehîdan Ebîr Tean axivî. Ebîr behsa rola şehîdan di parastina welat de kir û diyar kir ku destkeftiyên li herêmê bi saya fedakariyên şehîdan pêk hatine.

Ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê jî Demhat Hesekê sersaxî da malbata şehîd û soza dewamkirina li têkoşînê da. Demhat Hesekê bal kişand ser rola şehîdan di pêkanîna azadî, aramî û ewlehiya li herêmê de.

Rêveberê Nivîsgeha Ewqafan a navçeya Şedadê Ehmed El Eseed jî axivî û bal kişand ser cihê pîroz ê şehîdan.

Wesîqeya şehîd Samî hat xwendin, radestê malbata wî hat kirin û cenazeyê wî li goristana navçeyê hat veşartin.