Hêzên hewayî yên Rûsî êrîş bir ser Idlîbê: Herî kêm 7 kes mirin

Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên hewayî yên Rûsî li Idlîbê êrîşeke hewayî pêk anîn û herî kêm 7 kes mirin.

Midûrê SOHR’ê Ramî Abdûl Rahman daxuyaniyek da AFP’ê û diyar kir ku di êrîşa hewayî ya li Cisr El Şûgûrê 4 sivîl û 3 endamên çeteyan mirine.

Hat gotin ku di êrîşa ku roja Yekşemê hatî kirin de 25 sivîl jî birîndar bûne.

Rûsya ku piştevanê bingehîn ê hikûmeta Şamê ye, sala 2015’an rasterast tevlî şerê Sûriyeyê bû.

Herêma Idlîbê bi rengekî fireh, di bin kontrola Heyet Tehrîr El Şamê de ye ku têkîliya wê El Kaîdeyê re heye. Li herêmê hin komên din ên çeteyan heye. Dewleta Tirk a dagirker piştgiriyê dide hemûyan.